​​​​​​​El-Şerîf: Îxwanên Lîbyayê bi hêsanî dev ji desthilatê bernadin

Serokê Navenda Ereb a Lêkolînên Siyasî Mihemed Fethî El-Şerîf got Amerîka û dewleta Tirk hin tedbîr pêk anîne ku Îxwan El-Muslimîn û komên çekdar li ser desthilata Lîbyayê xurt bikin. Îxwan bi hêsanî dev ji desthilatê bernade, lê Başaxa û artêşa Lîbyayê dikarin planên wan têk bibin û desthilatê bi awayekî aştiyane wergirin.

​​​​​​​El-Şerîf: Îxwanên Lîbyayê bi hêsanî dev ji desthilatê bernadin
12 nîsan, 2022   07:02
QAHÎRE –EMANÎ EZAM

Serokê Navenda Ereb a Lêkolînên Siyasî ya Qahîrayê Mihemed Fethî El-Şerîf got tişta niha li Lîbyayê rû dide beriya niha rêxistina Îxwan El-Muslimîn a terorî bi hevkariya Amerîka û dewleta Tirk û hin aliyên din pêk anîne.

El-Şerîf da zanîn ku ji dema cîgira nûnerê NY’yê ya berê û şêwirmenda sekreterê giştî yê niha Stephanie Williams soza tedbîrên hilbijartinan di 24’ê Kanûna borî de ragihandiye û beriya desthilata rêveber Mihemed El-Menfî ji serokê Meclisa Serokatiyê û Ebdulhemîd El-Debîbe ji bo serokê hikumetê hilbijêre, hin tedbîr di 2021’an de hebûn heta koma Îxwan ku hevalbendê yekemîn ê Amerîka ye, li Lîbyayê xurt bibin.

Girêdayî mijarê El-Şerîf ji ajansa me re wiha got: "Serhişkiya El-Debîbe di radestkirina hikumetê ji Fethî Başaxa re pêkanîna plana alternetîf e ku Îxwan, dewleta Tirk û komên çekdar ên li rojava danîne, da ku xebata siyasî vegerin çarçoveya destpêkê. Bi taybet koma Îxwan neçar kir ku qanûna hilbijartinan ku meclisa parlamentoyê daniye, El-Muşrî û El-Debîbe di destpêkê de red kiriye, qebûl bikin û piştre El-Debîbe ji bo serokê hikumetê, beriya rawestandina xebata hilbijartinan, li gorî vê qanûnê hate erkdarkirin."

Li gorî El-Şerîf ev yek piştrast dike ku berê senaryo û altarnetîf ji hêla koma Îxwan a terorîst ve hatibûn danîn ku sûdê ji mayîna vê dîmenê bigirin, bi taybet ew baş dizane ku gelê Lîbyayê dê hebûna wan di desthilatê de red bike. Ev mijar jî dê rêxistina navneteweyî ji Îxwanan re lawaz bike, lê belê dê rehên wê li Lîbya û Mexribê têk bibin.

Fethî El-Şerîf diyar kir ku civata navneteweyî, bi taybet DYA û dewleta Tirk destek da Îxwanan û got: "Şîrovekirina dîmen û helwestên berê yên Meclisa Dewletê, El-Muşrî, koma Îxwan û komên çekdar ên ku pê re disekinin, helwesta El-Muşrî ya guhartina nexşerê û hilbijartina serokwezîrê nû ku pêvajoya bê bi rê ve bibe baş eşkere dibe. Piştre jî şûnde gavêtina li ser vê mijarê, piştî ku Fethî Başaxa hat, bi taybet digel nêzbûna dawî ya bi artêşa neteweyî ya Lîbyayê û Xelîfe Hefter re baş eşkere dibe ku El-Muşrî ne xwediyê biryarê ye, lê lîstoka di destê Erdogan û dewleta Tirk de ye."

Fethî El-Şerîf wiha berdewam kir: "Îtîrafkirina li ser qanûna hilbijartinan ku hişt Hefter û Seyfulîslam El-Qezafî xwe hilbijêrin, heman îtîraza li ser hebûna Fethî Başaxa di serokatiya hikumetê de ku ji Hefter ve nêz e. Ji ber wê dê hevrikî hebe, çer ku civata navneteweyî dev ji rola xwe ya naskirina hikumeta Başaxa berda."

Li ser radestkirina desthilatê di pêvajoya bê de, El-Şerîf wiha got: "Hikumeta Fethî Başaxa dê desthilatê wergire. Ji ber gelê Lîbyayê vê yekê dixwaze, piştgiriya wê dike û destekê dide hêzên çekdar ên Lîbyayê û Xelîfe Hefter."

El-Şerîf destnîşan kir ku koma Îxwan hewl dide neradestkirina desthilatê ji bo pêkanîna pevçûna leşkerî di navbera komên çekdar û hêzên artêşa Lîbyayê de derfet bigire û wê demê bûyerên heyî li dijî artêş û Fethî Başaxa bi kar bînin.

Der barê senaryoyên muhtemel de El-Şerîf got: "Ez texmîn dikim ku alîgirên Îxwan û El-Debîbe tundiyê zêde bikin, bi taybet li herêma leşkerî ya li rojava û heta Ras Ecdîr ku tê de milîsên bi navên leşkerî bi cih bûne, ji wan jî milîş Mehmûd Bin Receb ku El-Debîbe bi beşdariya Selah El-Nemroş pê re civiye, tevî ku milîş e cilên leşkerî li xwe kiribû."

Di dawiyê de Mihemed Fethî El-Şerîf da zanîn ku tevî van hemû mijarên girêk, dê nexşerêya parlamentoyê pêk bê û dê hêzên çekdar ên Ereb ên Lîbyayê û hikumeta Fethî Başaxa di ferzkirina xebata siyasî li ser koma Îxwan û civata navnetweyî de bi ser bikevin. Lê di heman demê de dê belge û kesayên nû bi kar bînin ku dîmenê şêlû bikin.

ANHA