Şêniyên Hesekê ji bo şermezarkirina lêkirina dîwar berê xwe dan sînorê Iraqê

Şêniyên bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de ji aliyê hikumeta Iraqê ve, berê xwe dan sînorê.

Şêniyên Hesekê ji bo şermezarkirina lêkirina dîwar berê xwe dan sînorê Iraqê
12 nîsan, 2022   06:49
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê li ser daxwaza Meclisa Malbatên Şehîdan, berê xwe dan gundên ser sînor, da ku dîwarê ku ji aliyê hikumeta Kazimî û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve di navbera Şengal û Rojava de tê lêkirin, şermezar bikin.

Tê payîn ku li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyaniyek ji raya giştî re were dayîn.

(dx)

ANHA