​​​​​​​'Artêş û îstîxbarta Tirk çi bixwazin dikarin li Başûr bikin'

Siyasetmedarên ji herêma Firatê îşaret xeteriya hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re da û got, artêş û îstîxbarata Tirk li Başûrê Kurdistanê ne çi bixwazin dikarin pêk bînin. Siyasetmedaran bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî van siyasetan rabin.

​​​​​​​'Artêş û îstîxbarta Tirk çi bixwazin dikarin li Başûr bikin'
11 nîsan, 2022   03:28
KOBANÊ

Partiya Demokarat a Kurdistanê (PDK) şandina hêzên xwe ber bi Herêmên Parasatinê yên Medyayê didomîne. Beriya demekê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ragihandibû ku planeke Tirkiyê bi hevkariya PDK'ê heye ku êrişî gerîla bikin.

'TIRKIYÊ ALÎKARIYÊ JI PDK'Ê DIXWAZE JI BER KU JI ALIYÊ GERÎLA VE DERBEYAN DIXWE'

Li ser vê mijarê Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya herêma Firatê Hedla Hesen anî ziman ku siyaseta PDK'ê û têkiliyên wê bi dewleta Tirk re eşkere bûne û got: "Ev têkilî li ser esasê qedandina gerîla ne. Dewleta Tirk li Zap, Metîna û Avaşîn ên Başûrê Kurdistanê derbên giran xwarin. Ji ber vê yekê neçar ma ku alîkariyê ji PDK'ê bixwaze."

Hedla Hesen diyar kir ku PDK'ê xwe û têkiliyên xweyên bi dewleta Tirk re diparêze û sedemên xiyaneta xwe dispêre hebûna gerîla li Başûrê Kurdistanê ku divê jê derkevin.

'GERÎLA ŞENGAL RIZGAR KIR Û XETERIYA DAIŞ'Ê JI PARÊZGEHÊN BAŞÛR DÛR XIST'

Hedla Hesen di dewama axaftina xwe de îşaret bi êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên sala 2014'an ên li ser Şengalê kir û wiha dom da axaftina xwe: "Dema ku çeteyên DAIŞ'ê di sala 2014'an de êrişî Şengalê kir, PDK'ê nedikarî parastina wê bike, lê belê reviya bêyî ku guleyekê biteqîne. Wê demê gerîla tavilê destwerdan kir, Şengal rizgar kir û wê ji çeteyên DAIŞ'ê parast."

Hevseroka TEV-DEM'ê ya Herêma Firatê Hedla Hesen daxuyand ku Erdogan eşkere gotiye ku têkiliyên wî bi PDK'ê re baş in û got: "Erdogan dibêje ku PDK'ê perespektîfên wê bi cih tîne, artêşa xwe derbasî Başûrê Kurdistanê dike da ku bêyî zehmetî şerê gerîla bike. Dema ku berjewendiyên dewleta Tirk bi PDK'ê re biqedin dê wê tune bike."

'SIYASETÊN PDK'Ê XIZMETA DIJMINÊ GELÊ KURD DIKE'

Hevserokê Nivîsgeha PYD'ê ya navçeya Kobanê Hesen Mamo îşaret pê kir ku gelê Kurd siyasetên PDK'ê baş fam kirine ku qet xizmeta doza kurdî nake, lê belê xizmeta dewleta Tirk û dewletên dagirkerên Kurdistanê dikin.

Mamo destnîşan kir ku PDK'ê ji destpêka ku hatiye damezirandin ve îdia dike ku ji bo doza kurdan kar dike û wiha domand: "Lê siyasetên wê eşkere bûne, nemaze dema êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Şengalê eşkere bû çawa hêzên xwe jê vekişandin û gelê êzidî bû quranê siyasetên PDK'ê."

Hesen Mamo diyar kir ku Tirkiyê gelek caran têkiliyên xwe bi PDK'ê re eşkere kir, ji ber ku artêş û îstîxbarata Tirk li Başûrê Kurdistanê, çi bixwazin dikarin pêk bînin.

Hevserokê nivîsgeha PYD'ê ya navçeya Kobanê Hesen Mamo di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî siyasetên PDK'ê serî rakin û ev tişt anî ziman: " Siyasetên PDK'ê êdî eşkere bûne, xizmeta civaka kurdî nakin. Divê PDK'ê dev ji van siyasetan berde û ji bo berjewendiyên şexsî kar neke. Lê ji bo gelê Kurd kar bike."

ANHA