​​​​​​​Bi xwedîkirina pez û mirîşkan li hember ambargoyê disekine

Ji bo ku debara jiyana xwe bike û li dijî dorpêça hikumeta Şamê li ber xwe bide welatiyê bi navê Ebdulmenan Reşo li taxa Şêxmeqsûd pez û mirîşkan xwedî dike.

​​​​​​​Bi xwedîkirina pez û mirîşkan li hember ambargoyê disekine
​​​​​​​Bi xwedîkirina pez û mirîşkan li hember ambargoyê disekine
​​​​​​​Bi xwedîkirina pez û mirîşkan li hember ambargoyê disekine
​​​​​​​Bi xwedîkirina pez û mirîşkan li hember ambargoyê disekine
​​​​​​​Bi xwedîkirina pez û mirîşkan li hember ambargoyê disekine
11 nîsan, 2022   00:46
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Piraniya şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li ser bingeha xwetêrkirinê debara jiyana xwe dikin.

Tevî ku ew li bajarê Helebê dijîn, lê weke jiyana gundiyan dijîn, ji bo rûbirûyî dorpêça hikumeta Şamê û bihabûna nirxan bisekinin, piraniya şênî sewalan xwedî dikin û sebze diçinin.

Hêjayî gotinê ye ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji 20’ê Tebaxa 2020’an di bin dorpêça hikumeta Şamê de ne.

 JI BER BIHABÛNÊ, PEZ XWEDÎ DIKIN

Ebdulmenan Reşo (60) ku koçberekî Efrîna dagirkirî ye weke piraniya şêniyên taxa Eşrefiyê, ji bo debara jiyana xwe bikin berê xwe didin xwedîkirina pez û mirîşkan.

Ebdulmenan Reşo di rûberekî biçûk de li kêlek mala xwe pez û mirîşkan xwedî dike û wiha got: "Bihabûnê, hişt ez pez û mirîşkan xwedî bikim, da ku sûd ji hêk û şîr bigirim."

Reşo da zanîn ku ji ber bihabûnê zehmetî di peydakirina êmê pez û mirîşkan de dikişîne.

Ebdulmenan Reşo balê kişand ser bihabûna nirxên madeyan ji ber dorpêça hikûmeta Şamê û wiha domand: "Ez pez û mirîşkan ne ji bo firotinê xwedî dikim, lê ji bo peydakirina debara jiyana malbata xwe xwedî dikim. Ji mirîşkan ez hêk bidest dixim, ji mih û bizinan jî şîr."

Reşo zehmetî di xwedîkirina sewalan de nakişîne, ji ber ku beriya niha ev kar kiriye, wî li gundê xwe gundê Hesendêra yê naveçeya Bilbilê ya Efrîna dagirkirî heman kar kiriye.

Der barê xwedîkirina sewalan ku pêdiviyên rojane yên malbata xwe dabîn bike Reşo wiha lê zêde kir: "Weke çanda gundan em sewalan xwedî dikin û em ê parastina vê yekê bikin."

Reşo ev tişt got: "Efrîn û zeytûnên wê ji bîra me naçin, em bi hêvî ne ku di demeke nêzîk de vegerin Efrînê. Li vir hindek welatî li xaka zuha çandiniyê dikin û hindek jî sewalan xwediş dikin."

Ebdulmenan Reşo di dawiyê de ev tişt anî ziman:"Em ji erdê xwe koçber û pergende bûn, lê dagirker dîsa me bi balafir û çekan dike hedef, civaka navnetewî jî bê deng e.

(şt)

ANHA