​​​​​​​Li Pênciwên ji ber teqîna mayînekê ciwanek birîndar bû

Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mayînan a Silêmaniyê, ragihand ku li gundekî navçeya Pênciwên ji ber teqîna mayînekê ciwanek 36 salî lingekek xwe ji dest da.

​​​​​​​Li Pênciwên ji ber teqîna mayînekê ciwanek birîndar bû
10 nîsan, 2022   17:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mayînan a Silêmaniyê bi daxuyaniyekê, ragihand ku îro li gundê Kune Wirçî yê navçeya Pênciwên mayînek bi ciwanekê ve teqiya û birîndar bû.

Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mayînan diyar kir ku navê ciwanê birîndarbûyî Cotyar Behadîn Xiwamirad e û 36 salî ye. Lingek xwe ji dest daye.