​​​​​​​Îran ragihand ku DYA`yê dixwaze şertên nû ferz bike

Îranê ragihand ku têkildarî peymana nuklerê, DYA`yê dixwaze şert û mecên nû ferz bike.

​​​​​​​Îran ragihand ku DYA`yê dixwaze şertên nû ferz bike
10 nîsan, 2022   13:13
NAVENAE NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ÎRNA'yê, Huseyîn Emîr Abdullahiyan got: "Ew (Amerîkî) têkildarî rakirina pêkanînan li wê yekê digerin ku ji bilî danûstandinan şert û mercên nû ferz bikin. "

Abdullahiyan got: "Di nava du, sê hefteyên dawî de aliyê Amerîkayê hin daxwazên zêde kir ku li paragrafa di metnê de hatiye diyarkirin, nayê. "

Peymana nukleerê sala 2015'an ji aliyê Îranê û DYA, Rûsya, Çîn, Fransa, Qraliyeta Yekbûyî û Almanyayê ve hatibû îmzekirin. Lê belê sala 2018'an DYA bi serkêşiya rêveberiya Donald Trump xwe bi rengekî yekalî ji vê peymanê vekişandibû. Tehranê jî weke bersivdayinê sozên ku di çarçoveya peymanê de dabû, gav bi gav betal kiribû.

Bi danûstandinên li Viyanayê re armanc ew e ku Washington li peymanê vegere. DYA`yê bi rengekî neyekser tevlî danûstandinan dibe.