​​​​​​​Bertekên li hemberî ambargoya li ser taxên Şêxmeqûd û Eşrefiyê berdewam dikin

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê ambargoya ku hikumeta Şamê li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ferz kiriye şermezar kir û got: "Divê hikumeta Şamê ji xwe şerm bike ku li ser pariya gel bazaran dike."

​​​​​​​Bertekên li hemberî ambargoya li ser taxên Şêxmeqûd û Eşrefiyê berdewam dikin
10 nîsan, 2022   13:11
HELEB

Bertekên li dijî ambargoya ku hikumeta Şamê li ser bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqûd û Eşrefiyê ferz kiriye dewam dikin, Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi beşdarbûna endamên meclisê ji aliyê endama rêveber a nivîsgeha rêxistinî ya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê Nîmet Şêxo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de "Polîtîkayên birçîkirinê" ku hikumeta Şamê li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ferz kiriye hatin şermzarkir û hate gotin: "Sûriyê di krîzeke aborî de tengijiye, rewşa taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê beşek ji vê rewşê ye. Ji 13'ê Adarê ve hikumeta Şamê ambargoyeke giran li ser şêniyên herdu taxan ve dimeşîne. Rê nade ku madeyên xwarinê, ard û sotemenî ku rehê jiyana şêniyan e, derbasî taxan bibe, nemaze ku em di meha Remezana pîroz de ne."

Di daxuyaniyê de hişyar hate kirin ku heger rewşa taxan bi vî awayî dewam bike dê karesteke mirovî rû bide û wiha hate domandin:" Ev ne cara yekemîn e ku siyaseta ambargo û birçîkirinê li ser her du taxaên tên ferzkirin. Di salên şer de alozî û ambargoyên wiha ji aliyê çeteyan û komên terorîst ve li ser taxê hatin ferzkirin. Hikumeta Şamê ji Adara borî ve siyaseta birçîkirinê ya bi plan temam dike û nahêle ard derbasî herêmê bibe, nemaze ku miqdarê di depoyan de diqede."

Meclisê bang li civata navneteweyî kir ku bi lez tedbîran bigire û rê li ber kareseteke mirovî bigire.

Meclisê di dawiyê de got: "Şerm e hikumeta Şamê li ser pariya gel bazaran bike, ev yek bi tu awayan nayê qebûlkirin. Kombûna gel li derdora hev bersiva herî guncaw a van kiryaran e."

ANHA