Li Minbicê du bazirganên narkotîkê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Minbicê du bazirganên narkotîkê girtin.

Li Minbicê du bazirganên narkotîkê hatin girtin
10 nîsan, 2022   08:24
NAVENA NÛÇEYAN

Malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcan duh li Minbicê du bazirganê narkotîkê girtin.

Hêzê diyar kir ku piştî şopandinê û komkirina delîlan, her du bazirgan bi kemînekê  girtin.

Li gorî malperê hêzan bi her du bazirgana re, 564 hebên  Captagonê hatin desteserkirin. Di lêpirsînê de li xwe mikur hatin ku gelek pere ji vê bazirganiyê qezenc kirine. Piştî bidawîbûna lêpirsînê, ji Desteya Serdozgeriya Giştî re hatin veguhastin.

 (eh)