Serokwezîrê Pakistanê ji kar hat dûrxistin

Parlementoya Pakistanê bi 174 dengan bawerî ji Serokwezîrê Pakistanê Imran Xan wergirt û ji kar hat dûrxistin.

Serokwezîrê Pakistanê ji kar hat dûrxistin
10 nîsan, 2022   08:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî civîna 14 saetan a parlementoya Pakistanê, bi 174 dengan biryar hat dayîn ku bawerî ji Serokwezîrê Pakistanê Imran Xan were girtin. Ev yek jî di dîroka Pakistanê de cara yekeme rû dide.

Li beramber vê biryara parlementoyê Imran Xan diyar kir ku ew ê îtiraf bi hikumeta nû were avakirin neke. Imran Xan îdia kir ku di pişt vê biryara parlementoyê de destê Amerîka û dijminên wî hene.

Li gorî medya Pakistanê, artêşa Pakistanê piştgirî nedaye Imran Xan û heta hinek hevalbendên wî jî jê bi dûr ketine.