Dîmenên çalakiya gerîla ya li Metînayê

Gerîla TV dîmenên çalakiyeke gerîlayên HPG'ê weşand ku li Metînayê li dijî artêşa Tirk a dagirker hatiye lidarxistin.

Dîmenên çalakiya gerîla ya li Metînayê
6 nîsan, 2022   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN 

Gerîla TV dîmenên çalakiyeke gerîla weşand ku di çarçoveya ‘Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê’ de 10'ê Sibatê hatiye lidarxistin.

HPG'ê li ser vê çalakiyê ev agahî parve kiribûn:

"10'ê Sibatê saet di 15:20'an de li qada Girê Milîtan ê li herêma Metînayê, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran xist. Di encama vê çalakiyê de konekî ku dagirker tê de bûn, hate îmhakirin û 5 dagirker hatin cezakirin. Ev çalakî ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê û hilanîna tola şehîdên me yên leheng ên Serfiraziya Garê hatiye lidarxistin."