Li Şamê teqîn; 2 kes birîndar bûn

Li gorî SANA`yê vê sibê li Şamê bombeyek bi erebeyekê de teqiya. Di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Li Şamê teqîn; 2 kes birîndar bûn
6 nîsan, 2022   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa fermî ya hikumeta Şamê SANA`yê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên polîsan, ragihand ku vê sibê li başûrê Şamê bombeyek bi erebeyekê de teqiya. Di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Li aliyekî din Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) heman agahî piştrast kir.

Li gorî SOHR`ê, bombeyek di erebeyeke rayedarekî de teqiyaye. Saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê bi lez herêma navborî dorpêç kir û bermahiyên teqînê rakirin.

(şx)