Yekitiya Jinên Êzidî: Bi lêkirina dîwarê nîjadperest nikarin me ji hev dûr bikin

Yekitiya Jinên Êzidî têkildarî lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de daxuyaniyek da û diyar kir ku "Lêkirina dîwar hewldanek ji bo bindestkirina êzidiyan e, lê em ê terka mafên xwe yên jiyana azad û birûmet nekin."

Yekitiya Jinên Êzidî: Bi lêkirina dîwarê nîjadperest nikarin me ji hev dûr bikin
6 nîsan, 2022   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji nîvê Adara derbasbûyî ve artêşa Iraqê di navbera Şengal û Rojava de dîwarekî lê dike, her wiha kamera û têlan lê danîne. Li ser vê yekê gelê êzidî û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Yekitiya Jinên Êzidî têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em kiryarên hewldana têkbirina vîn û erdîgariya gelekî bi destên dijminê neteweyan û sûcdarên şaristaniya mirovahiyê, şermezar dikin. Ev alî hewl didin nîjadperestiyê biafirînin û gel dûrî rastiya şêniyên bi hezaran sal li ser bingeha hezkirin û biratiya li ser erdîngariyekê jiyane, bixe. Mînaka vê yekê jî lêkirina dîwarê di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên rojavayê Iraqê de ye.

Herêmên Şengalê 2014`an ji ber hêzên tarî û DAIŞ`ê û piştevanên wan zehmetî kişandin, ji ber wan niştecihên wê koçber bûn, mêr hatin kuştin û jinên şengalî jî hatin firotin. Hêzên ku qaşo parastina gelê xwe dikin, rasterast li pêşberî çavên cîhanê destek da DAIŞ`ê û îro planên wan bi lêkirina dîwar pêk tên.

Di dawiyê de em dibêjin sûcan li dijî mirovahiyê pêk tînin û rojane hemû herêman topbaran dikin, gelê wê digirin û qetil dikin, da ku em serî ji siyasetên wan ên nîjadperest û şovînîst re bitewînin. Lê bila ew dijmin, çi li hundir an derve, bizane ku em ê şopdarên şehîdên xwe bin û tu carî ji mafên xwe yên jiyana azad tawîzan nedin."

(eh)