Şêxê êla El-Welda: Divê dîwarê di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bê hilweşandin

Şêxê êla El-Welda Hamid El-Ferec dîwarê ku hikumeta Iraqê di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava dike, şiband “dîwarê nîjadperestiyê” û got “Ev dîwar di çarçoveya pêkanîna ajandeyên kirêt ên dewleta Tirk de tê avakirin. Divê êlên Ereb li dijî vî dîwarê bisekinin.”

Şêxê êla El-Welda: Divê dîwarê di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bê hilweşandin
6 nîsan, 2022   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Duh şêxê êla El-Welda şêx Hamid El-Ferec tev li bernameyeke taybet a ajansa me ya têkildarî lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bû.

Şêx Hamid El-Ferec got: “Rejîma Iraqê û yên pê re bi armanca pêkanîna ajandeyên kirêt ên dewleta Tirk, dîwar lê dikin. Divê êlên Ereb li dijî vî dîwarê nîjadperest bisekinin ku pêkhateyên herêmê ji hev cuda dike.”

Têkildarî xwepêşandanên li Şengalê li dijî dîwar, şêx Hamid El-Ferec got: “Em piştgiriyê didin xwepêşandanên li dijî vî dîwarî. Em ê jî li dijî dîwar xwepêşandanan li dar bixin û qet wê qebûl nakin. Ev dîwar berdewama dîwarê li ser sînorên Tirkiye û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

Girêdayî armanca lêkirina dîwar El-Ferec got: “Mixabin ew ajandeyên dewletên din pêk tînin. Divê hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê fêm bikin ku kiryarên wan sûcên li dijî herêma me û erdîgariya me ne. Em vê yekê qebûl nakin. Ew tenê ajandeyên kirêt ên dewleta Tirk pêk tînin.”

Şêx Hamid El-Ferec diyar kir ku tecrubeya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tecrubeyeke taybet e û ji bo herêmê ya herî guncaw e û wiha domand: “Gelo ji lêkirina dîwar armanc dikin ku ev tecrube dernekeve derveyî sînorên herêmê. Lê ev şaş e divê sûd ji vê tecrubeya demokratîk bigirin. Çi dikin bila bikin lê fikrê me dê li her derê belav bibe.”

`ÇIMA IRAQ Û HEWLER DAGIRKERIYA TIRK A LI SER HEREMÊN XWE NABÎNIN’

Şêx Hamid El-Ferec têkildarî helwesta hikumetên Bexda û Hewlêrê ya li hember planên dewleta Tirk got: “Çima ew her du kiryarên dewleta Tirk paşguh dikin? Em rojane dibihîzin ku dewleta Tirk gelek dever li Iraq û Başûrê Kurdistanê topbaran kirine. Gelo her du alî ajandeyên Tirkan pêk tînin.”

El-Ferec bang li her duyan kir ku divê helwesteke hevgirtî bê nîşandan da ku li hember xetereya dewleta Tirk a li dijî herêmê bisekinin.

‘DIVÊ ÊLÊN EREB LI DIJÎ VÎ DÎWARÎ DERKEVIN Û HILWEŞÎNIN`

Di dawiyê de şêx Hamid El-Ferec peyamek ji êlên Ereb re şand û got: “Bi navê êlên El-Welda li Sûriyê û Iraqê ez bang li êlên li Sûriyê, Şengal û Iraqê dikim ku li hember vî dîwarî bisekinin û hilweşînin. Em amade ne her tiştî bikin da ku ev dîwar temam nebe.”

(şx)