​​​​​​​Tolhildan Zerdeşt: Em ê 2022`yan bikin sala azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Tolhildan Zerdeşt got “Em ê sala 2022`yan bikin sala azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan.”

​​​​​​​Tolhildan Zerdeşt: Em ê 2022`yan bikin sala azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan
4 nîsan, 2022   10:54
QAMIŞLO

Tolhildan Zerdeşt di şahiya li Qamişloyê de axivî ku li Stada Şehîdên 12’ê Adarê ya li Qamişloyê li dar ketiye.

Tolhildan Zerdeşt bixêrhatina beşdaran kir û rojbûna rêber Abdullah Ocalan li gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn pîroz kir û got: “Rojbûna rêber Abdullah Ocalan rojbûna azadiyê ya hemû gelên bindest e. Rojbûna wî rojbûna me ye.”

Zerdeşt diyar kir ku bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gavên girîng avêtin û gelek destkeftî bi dest xistin û wiha domand: “Ciwan, gelên herêmê û Rojhilata Navîn deyndarên fikr û felsefeya rêber Ocalan in.”

Tolhildan Zerdeşt destnîşan kir ku armanca wan a sala 2022’yan azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan e û got: “Em ê rojbûna 73’yan a rêber Abdullah Ocalan bikin rojbûna serkeftina hemû gelan. Em ê têkoşînê mezin bikin da ku vê armancê pêk bînin û sala bê vê rojê bi rêberê xwe re pîroz bikin.”

Piştre endamên Yekitiya Jinên Ciwan navê rêber Abdullah Ocalan li qada Stada Şehîdên 12’ê Adarê nivîsand.

(şx)