Hemleya paqijiyê ya TEV-DEM`ê li navçeya Tirbespiyê berdewam e

Hemleya paqijiyê ku TEV-DEM`ê daye destpêkirin, li navçeya Tirpbespiyê berdewam dike.

Hemleya paqijiyê ya TEV-DEM`ê li navçeya Tirbespiyê berdewam e
4 nîsan, 2022   11:13
QAMIŞLO

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di 28`ê Adarê de bi dirûşma “Paqijiya bajêr ji paqijiya civakê ye” dest bi hemleya paqijiyê kir. Hemleyê ji Qamişloyê dest pê kir û li Hesekê berdewam kir.

Bi dehan endamên TEV-DEM’ê û endamên komîn û meclisan tev li hemleyê bûne.

Îro hemleyê li navçeya Tirbespiyê berdewam kir. Şêniyan û endamên TEV-DEM`ê kolanên navçeyê paqij kirin.

Tê payîn ku hemle mehekê berdewam bike.

(şx)