YPJ: 4’ê Nîsanê roja artêşbûna YPJ’ê ye

YPJ`ê bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan û salvegera 9`an a damezirandina xwe daxuyaniyek da û diyar kir ku “Em 4`ê Nîsanê roja artêşbûna YPJ`ê li rêber Apo, hemû şehîdên ji bo azadiyê canê xwe feda kirine û jinên têkoşer pîroz dikin.”

YPJ: 4’ê Nîsanê roja artêşbûna YPJ’ê ye
4 nîsan, 2022   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya salvegera 9`an a damezirandina xwe û rojbûna rêber Abdullah Ocalan daxuyaniek da û ev her du pîroz kirin.

Daxuyaniya YPJ’ê wiha ye:

“Em 4’ê Nîsanê roja artêşbûna YPJ’ê li rêber Apo, hemû şehîdên ji bo azadiyê canê xwe feda kirine, hemû jinên têkoşer û hemû azadîxwazan pîroz dikin. Weke hêzên YPJ’ê em şehîdên ku bi canê xwe şoreş avakirin û bûne remza artêşa YPJ’ê weke hevrê Silava, Bêrîvan, Jinda, Warşîn, Rêvan, Arîn, Avesta û Sosin bi bîr tînin. Heman demê de hevrêyên me yên Enternasyonal ku bi dil û can felsefeya rêber Apo a azadiyê hembêz kirin û ji bo jina azad, şoreşa Rojava canê xwe feda kirin hevrê, Anna Campbell, İvana Hoffman, Ceren Guneş, Zilan Ereb, Sarya Ozgur û dîsa hevalên me yên jin ku di çeperên berxwedanê de dîl ketin deste çeteyên dewleta Tirk a dagirker bibîrtînin em vê roja ku têkoşîna YPJ’ê gihaşte sala xwe ya 9’emîn li wan jî pîroz dikin. Û dibêjin ku têkoşîna me bi keda wan hate roja îro. Artêşbûna YPJ’ê ji bo azadiya hemû jinên cîhanê pela jiyana nû a azad e.

YPJ’ê ji gavên xwe rêxistinkirin, pêşengî kirin û heya artêşbûnê perspektîfa azadiyê ji rêber Apo girt û ji bo artêşbûna jin a herêmê jî xwedî girîngiyeke mezin e ku axa xwe û nasnameya jina azad bi hêza xwe ya cewherî diparêze. Derketin û artêşbûna YPJ’ê ji bo hemû jin û gelê herêmê bû hêviya paşeroja azad. Hêzên YPJ’ê di hemû qadên têkoşînê de ji bo azadiyê şer kirin, têkoşiyan û bêhempa li berxwedan. Keda ku bi salan YPJ’ê di Rojava, Bakûr û Rojhilatê Sûrî de raber kir ji bo hemû jin û gelê herêmê, Rojhilata Navîn û cîhanê bû hêviya serkeftinê. YPJ’ê li ser vê bingehê  9 sale bi paradigmaya demokratik, ekolojik û azadîxwaziya jin û bi birdoziya rizgariya jin û netewa demokratik şoreşa xwe mezin dike. Hêza xwe ya parastinê xurt dike û di çarçoveya parastina rewa de şoreşa xwe diparêze.

Bê guman roja artêşbûna YPJ’ê a 4’ê Nîsanê jî xwedî wate û girîngiyeke mezin e ku di roja ji dayîkbûna rêber Apo de hatiye ragihandin. Rojbûna rêber Apo ji bo lêgerînvanên azadiyê roja nasname, çand, hebûn û heqîqetê ye ku îro fikr û ramanên rêber Apo dibe pusulaya azadiyê û di serî de weke YPJ ji bo me û ji bo hemû kesên azadîxwaz felsefeya azadiyê weke navnîşana meşa xwe dibînin.

Şoreşa me ya ku bi têkoşîn û berxwedanên destanî xwe gihande îro wê bi heman rihê bidome, emê axa xwe ji dagirkeran rizgar bikin, şoreşa xwe mezin bikin. Li ser vê bingehê banga me ew e ku ji bo xurtkirina şoreşa Rojava ku hemû jinên cîhanê tê de hebûna xwe dibînin were mezinkirin, ji Rojava re statu were dayîn û xeleka azadiyê berfireh bibe di serî de hemû jinên têkoşîna azadiyê didin û hemû kesên azadîxwaz bibine hevrêyê şoreşa mirovahiyê.”