​​​​​​​4’ê Nîsanê li Naîrobiyê hat pîrozkirin

Li paytexta Kenyayê Naîrobiyê ku cihê revandina rêber Abdullah Ocalan bû, 4'ê Nîsanê bi çandina daran û xêzkirina grafîtiyeke mezin a rêber Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.

​​​​​​​4’ê Nîsanê li Naîrobiyê hat pîrozkirin
4 nîsan, 2022   09:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytexta Kenyayê Naîrobiyê ji bo 73’yemîn rojbûna rêber Abdullah Ocalan (4’ê Nîsanê) şahiyek hat lidarxistin.

Lêkolîner Dr. Jeff Miley jî di nav de, pêşengên Tevgera Rizgariya Grassroots ji Kenyayê peyama rojbûna Abdullah Ocalan şandin.

Dr. Thomas Jeff Miley got: “Îro bi Abdullah Ocalan re watedar bû. Hikumetek dewletparêz nikare bibe hikumeteke demokratîk. Demokrasî hêza gel e ku xwe bi rê ve bibe."

Berdevkê Tevgera Rizgariya Grassroots Gacheke Gachîhî jî ev tişt anî ziman: "Hema niha ji Ocalan re azadî, çawa ku me li Afrîka û Kenyayê got, hema niha aştî û yekitî!"

Bi wesîleya rojbûna rêber Abdullah Ocalan dema ku şitil hatin çandin, grafîteke mezin a bi daxwaza azadiya wî hat çêkirin.

Tevgera Rizgariya Grassroots ji bo pabendiya bi edaleta civakî hate avakirin. Tevgera ku dixwaze diyalektîka neokolonyal a xêrxwazî û girêdayîbûnê derbas bike, ji aliyê damezirînera Ji Kurdistanê re Aştî ya brîtanî Estella Schimid ve hatiye damezirandin. Di navbera Kenya û Ewropa û tevgera Kurd de rola pirekê dilîze.