​​​​​​​Rojnameyên erebî: ‘Sembolên dewletê’ nakokiyên Komîteya Destûra Sûriyê gur dikin

Rojnameyên erebî vê sibê li ser civînên Komîteya Destûrê, hilbijartinên Iraqê û kar û barên Lîbyayê nivîsand.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: ‘Sembolên dewletê’ nakokiyên Komîteya Destûra Sûriyê gur dikin
25 adar, 2022   08:30
NAVENDA NÛÇEYAN

‘SEMBOLÊN DEWLETA SÛRIYÊ’ LI CINÊVÊ NAKOKIYÊN MEZIN ÇÊDIKIN’

Der barê kar û barên Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: "Mudaxele û kaxezên li Cinêvê di gera heftan a civînên Komîteya Destûrê de hatin pêşkêşkirin, eşkere kir ku kaxeza şandeya hikumetê ya bi serkêşiya Ehmed El-Kezberî ya li ser ‘sembolên dewletê’ pêşkêş kir, nakokiyeke mezin bi şandeya Desteya Danûstaninê ya bi serkêşiya Hadî El-Behre û nûnerên civaka sivîl re çêkir.

Îro gera 7`an a destûrê bi pêşkêşkirina pêşniyarên beşdaran û peyama nûnerê Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen bi dawî dibe.

Di roja sêyemîn de şandeya hikumetê pêşniyarên xwe yên têkildarî "sembolên dewletê" pêşkêş kirin. Pêşniyar di vê çarçoveyê de bûn: "Sembolên Komara Erebî ya Sûriyê nirxên neteweyî, şaristanî, dîrok, kelepor û yekitiya wê ye, lewma dê neyên guhartin;

- Ala Komara Erebî ya Sûriyê ku ji 3 rengan pêk tê.

- Sirûda "Hûmat El-Diyarî Eleykum Selam" dê sirûda nîştimanî ya Komara Erebî ya Sûriyê be.

- Zimanê erebî, zimanê fermî yê Komara Erebî ya Sûriyê ye.

- Lîreyê Sûriyê ew ê serwer be.

- Dirûşma Komara Erebî ya Sûriyê tabloyek be û li ser ala neteweyî ya komarê bi rengên wê hatiye xêzkirin."

‘GELO DÊ LIHEVKIRINA NAMZETÊN SERBIXWE HEVPEYMANA EL-SEDIR Û BARZANÎ TÊK BIBE?’

Têkildarî rojeva Iraqê rojnameya El-Ereb ev nivîsand: "Çavkaniyên siyasî yên Iraqê ji El-Ereb re diyar kir ku lihevkirina partiyên di hilbijartinan de bi ser ketine, hîn jî kotaya qanûnî ya lidarxistina civîna hilbijartina serokkomar danegirtiye.

Çavdêr pêşbîn dikin ku di saetên pêş de dê lihevkirin berfirehtir bibe û ‘Çarçoveya Hevkariyê’ di diyarkirina nazmetên serbixwe de bi ser ket."

‘MISIRÊ BANG LI EQÎLE SALIH Û XELÎFE HEFTER KIR KU SERDANA WELÊT BIKIN’

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya Îtîhat El-Îmarat ev nivîsand: "Qahîreyê bi awayekî fermî bang li serokê parlamantoya Lîbyayê Eqîle Salih û serokê Artêşa Nîştimanî Xelîfe Hefter kir ku serdana welat bikin da ku geşedanên li Lîbyayê nîqaş bikin û aramiya heyî biparêzin.

Çavkaniyên dîplomatîk ên Misirê îşaret bi metirsiya Qahîreyê ya ji destpêkirina şerê çekdarî yê li Lîbyayê kir, ji ber ku hin komên ewlekariyê û leşkerî li rojavayê welat hêzên xwe bi cih kirin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku binketina şêwirên serokê hikumeta Lîbyayê yê nû li Tunisê, erkdariya hikumeta wî ya xebata li hundirê Terablusê asteng dike. Her wiha senaryoya hebûna 2 hikumetan li Lîbyayê dibe ku bandorê li ewlehî û îstiqrarê bike û bibe sedema parçebûna siyasî. Her wiha di rojên pêş de Misir dê piştgiriya hewldanên ji bo yekitiya saziyên leşkerî û ewlehiyê yên Lîbyayê bike.”

(eh)