​​​​​​​Birayê rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da

Birayê rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da.

​​​​​​​Birayê rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
25 adar, 2022   08:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Mehmet Ocalan, birayê rêber Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê serî Serdozgariya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Her wiha malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Polat Yildirim jî ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da.