​​​​​​​Firqeya 4’an a hikumeta Şamê hesinên xaniyan didize

Şahidan ji ajansa me re diyar kir ku endamên Firqeya 4’an a hikumeta Şamê xaniyên li bajarê Mairet El-Numan hildiweşînin da ku hesinên wan bidizin.

​​​​​​​Firqeya 4’an a hikumeta Şamê hesinên xaniyan didize
25 adar, 2022   07:50
HELEB- XEYS ŞEMS EL-DÎN

Endamên Firqeya 4’an a hikumeta Şamê şer û krîza ku ev zêdetirî 11 sal e li Sûriyê didome, ji xwe re îstîsmar dikin û rêbazên nû ji bo diziyê pêk tînin.

Hin şahid, dema ku di rêya M5 re ji bajarê Helebê ber bi Şamê ve diçûn û di nav bajarê Mairêt El-Numan li başûrê Idlibê re derbas bûn, dît ku hin leşkeran al û nîşaneyên Firqeya 4’an bilind kirine û xaniyên ku qet xerab nebûne, hildiweşînin ji bo ku hesinên wan bidizin.

Piştî pevçûnên dijwar di navbera hêzên hikumeta Şamê û komên çete yên artêşa Tirk a dagirker de, hikumeta Şamê di 28'ê Çileya 2020'an de bajarê Mairêt El-Numan kontrol kir.

Di wê demê de çalakvanan hikumeta Şamê bi dizî û destdirêjiya li mal û milkên welatiyan tawanbar kir.

(dx)