ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-03-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-03-2022
24 adar, 2022   00:00

-Nivîsgeha Têkiliyan a MSD'ê ya Tebqayê komxebatekê bi navê "Ji bo çareseriya siyasî ber bi dîtineke hevpar ve" li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê çalakiyeke helbest û çîrokan li dar dixe, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêxên eşîrên  El-Bû Xemîs û El-Mûsa El-Dahir ên li Tebqayê diyar kir ku hevkariya Kurd û Ereban a li ser vê xakê dîrokî ye û banga parastina vê hevkariyê kir da ku armancên hevparên pêkanîna jiyaneke azad û bi rûmet pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Civata navnteweyî li hemberî dosyaya DAIŞ`iyên girtî û malbatên wan ên li kampan erkên xwe bi cih nayîne û tevahî bar li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD'ê maye ku bi bersivandina êrişên dewleta Tirk a dagirker mijul e. Ji ber vê yekê rexneyên aliyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li civata navneteweyî berdewam in.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Nivîsgeha Parastina Zarokan a kantona Girê Spî bi dehan sûcên dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li dijî welatiyên li Girê Spî û Eyn Îsayê  belge kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Birîndarên şer diyar kirin ku xeteriya çeteyên DAIŞ'ê hîna jî berdewam e û got, divê civata navneteweyî piştgiriyê bide berxwedana li hemberî şaneyên DAIŞ'ê.(BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Semîr Ezam diyar kir ku ji sedemên sereke yên xwepêşandanên li Siweydayê rewşa debarê ne baş e û divê zemînek ji bo pêşkêşkirina projeyeke çareseriya siyasî ji aloziya li Siweydayê re were avakirin. Her wiha îşaret pê kir ku projeya avakirina rêveberiyeke xweser li parêzgehê li ber lidarxistinê ye û dê xwepêşandan berdewam bikin.(BI WÊNE).

ANHA