Eşîrên Tebqayê: Divê Kurd û Ereb hevgirtina xwe biparêzin

Şêxên eşîrên  El-Bû Xemîs û El-Mûsa El-Dahir ên li Tebqayê diyar kir ku hevkariya Kurd û Ereb a li ser vê xakê dîrokî ye û banga parastina vê hevkariyê kir da ku armancên hevpar ên pêkanîna jiyaneke azad û bi rûmet pêk bîne.

Eşîrên Tebqayê: Divê Kurd û Ereb hevgirtina xwe biparêzin
24 adar, 2022   01:52
TEBQA – EBDUREHMAN EL-SALIH

Piştî ragihandina Rêveberiya Xweser û têkbirina çeteyên DAIŞ li herêmê, gelek aliyên dijber ku jiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyan de li xweşiya wan nehat, hewl dan fitneyê di navbera pêkhateyan de derxin, bi taybet di navbera Kurd û Ereb de. Lê bi saya hevgirtina pêkhateyan û pêkanîna projeya neteweya demokratîk hemû hewldan têk çûn.

Di vê derbarê de Şêxê eşîra El-Bû Xemîs li Tebqayê Hisên El-Raşid wiha got: "Têkiliya di navbera Ereb û Kurd û pêkhateyên din ên Sûriyê de têkiliya hevgirtin û biratiyê ye. Ev têkî li ser vê xaka dîrokî û çandî ye. Hevkariya di navbera Kurd û Ereban de hebûn û bandora xwe di nava dîroka herêmê de îsbat kir."

Hisên El-Raşid wiha domand: "Gelê Kurd li herêmê ne gelê awarte di demeke nêz de bû. Lê belê ew pêkhatiyeke xwedî kûrahiyeke ku dîroka wê vedigere hezarên salan. Bi vê yekê hevgirtin û biratiya di navbera hemû pêkhateyên li Sûriyê de bûye girîngiyek di serdema me ya heyî de, nemaze li hember hemû zehmetî û siyasetên ku dixwazin gelên herêmê tune bikin û qir bikin."

El-Raşid wiha pê de çû: "Hevgirtina pêkhateyan ji bo parastina çand û xakê ne tiştekî nû ye. Me dît ku çawa rola gelê Kurd li Sûriyê di dema dagirkirina Osmanî û Fransî li Sûriyê de hebû. Rola wan di rizgarkirina serxwebûna xaka Sûriyê de û parastina yekitiya xaka wê de bû. Ew jî bi pêşengtiya kesayetên Kurd ku giraniya wan a siyasî û leşkerî di gelek şoreşên gel de hebû û destek da avakirina hikumetên Sûriyê."

El-Raşid di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Ji kesayetên Kurd ku rola wan di dîroka Sûriyê de hebû Serokê hikumeta Sûriyê di sala 1951`an de Fewzî Silo, Serokwezîrê Sûriyê di sala 1949`an de Muhsin El-Berazî, Îbrahîm Henano ku yek ji fermandarên şoreşa Sûriyê bû û li dijî dagirkeriya Fransayê rabû."

 ‘TIŞTÊ ECÊB KU MIL BI MIL ŞER NAKIN JI BER JI ZIKÊ VÊ NETEWEYÊ ÇÊBÛNE‘

El-Raşid wiha domand: "Rojnamevankî fransî carekê ji min pirs kir ku heger ez ji şerê mil bi mil ê şervanên Ereb û Kurd di yek eniyê de ecêb namîne, min jî wiha bersiva wî da, berovajî vê yekê, ku mil bi mil şer nekin ji ber ew ji zikê vê neteweyê û vê xakê çêbûne û tişta ji wan tê xwestin ku bi hev re parastina vê xakê bikin."

Hisên El-Raşid  di dawiyê de destnîşan kir ku divê hemû pêkhate parastina mîratên xwe yên çandî û dîrokî bikin, da ku hêzê jê bigırin û li hember hemû zehmetiyên li derdor bisekinin û bigihêjin pêkanîna jiyaneke hevbeş, azad û bi rûmet.

Şêxê eşîra El-Mûsa El-Dahir li Tebqayê Ayid El-Hadî jî wiha axivî: "Kurd û Erebên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşek ji hev nayên parçekirin. Doza wan ji hev nayê qutkirin. Nexasim ku her du gelan gelek berdêl ji bo parastina xak û rûmetê dane."

Ayid El-Hadî da zanîn ku tişta ku vê hevgirtinê îsbat dike, vejîna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku hemû pêkhateyên herêmê digire nava xwe û bi saya wê terora DAIŞ`ê hate têkbirin.

Ayid El-Hadî teqezî li ser girîngiya hevgirtina di navbera gelên herêmê de kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em bi yek destî li hember hemû plan û hewldanên ku dixwazin vê hevgirtinê parçe bikin, bisekinin."

(bx)

ANHA