Rojnameyên erebî: Rageşiya li Siweydayê careke din dest pê kir

Rojnameyên erebî yên îro der barê rageşiya li Siweydayê, têkiliyên Îmaratê û Rûsyayê û rewşa Lîbyayê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Rageşiya li Siweydayê careke din dest pê kir
18 adar, 2022   09:04
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI SIWEYDAYÊ RAGEŞIYÊ DÎSA DEST PÊ KIR’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewset ev nivîsand: "Êvara pêncşemê li Siweydayê komeke çekdaran a xwecih li ser rêya bajarokê Qenewat û Siweydayê êrişî nuqteyeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê kir. Di encamê de şerekî dijwar di navbera çekdaran û hêzên El-Fehid û endamên saziya ewlehiya dewletê de derket.

Çalakger û nûnerên xwepêşandanên li Siweydayê, nerazîbûnên xwe der barê danîna bendan û nuqteyên kontrolê de anîn ziman. Di daxuyaniyekê de wiha gotin: "Ev yek welatiyan ditirsîne û tevgera wan asteng dike. Li aliyekî din jî saziyên ewlehiyê van koman nas dikin û wan ev kom ava kirin da ku şerê gelê li Siweydayê bikin. Narkotîk bi rêya bendên kontrolê yên milîsên taîfî derbasî bajêr dikin.” Li ser vê yekê çalakgeran careke din banga lidarxistina xwepêşandanên aştiyane kir. Her wiha banga lidarxistina çalakiyekê jî li bajarokê Mezre kir.

Li gorî çalakgerên ji bajêr, gelê Mezreyê roja pêncşemê nehişt qeymeqamê Siweyda derbasî bajêr bibe û rê girt da ku serdana bajêr neke û bi xwepêşandêran re necive. Ciwanên bajarok jî civîn red kir û got divê beriya serdanê mafên gel biparêzin.”

‘ÎMARAT PARASTINA HEVKARIYA BI RÛSYAYÊ RE DIKE’

Der barê têkiliyên Îmarat û Rûsyayê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Wezîrê karên derve yê Îmaratê Şêx Ebdullah Bin Zayid li Moskovê got welatê wî hêvî dike hevkariyê bi Moskovê re xurttir bike, nexasim di warê pêşxistina ewlehiya enerjiyê û xwarinê de.

Krîza Ukraynayê û cezayên Rojava yên li dijî Rûsyayê bûn sedem ku buhayê petrolê bilind bibe, vê yekê jî bal kişand ser jêderên enerjiyê yên wekî Îmarat û Erebistana Siûdî. Di heman demê de mezêxer li çareseriyan digerin da bibin alternatîfa petrola Rûsyayê.

Erebistana Siûdî û Îmaretê ku her du endamên OPEC’ê ne, heta niha bangên Amerîkayê bi cih neanîn da ku kapasîteya hilberînê zêde bikin û pê re jî bilindbûna nirxê petrolê kontrol bikin. Her du welatan pabendiya xwe ya peymana OPEC’ê re ku Rûsyayê jî digire nav xwe, nîşan da.”

‘REWSA LÎBYAYÊ DI METIRSIYA VEGERANDINA DU HIKUMETAN DE YE’

Li ser rojeva Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Hikumeta nû ya Lîbyayê ya bi serokatiya Fethî Başaxa navenda hikumetê li rojhilatê Lîbyayê wergirt.

Her wiha Başaxa, şêwirmenda Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephanie Williams û hin endamên Meclisa Nûneran duh gihaştin Tûnisê ji bo ku şêwirên siyasî li ser rewşa Lîbyayê bikin. Cîgirê serokwezîrê nû yê Lîbyayê Elî El-Qatranî di daxuyaniyekê de piştrast kir ku ji bo wergirtina navendên wezaretên li rojhilatê welêt erkeke fermî wergirt û da zanîn ku wergirtin di atmosfereke erênî û demokratîk de pêk hat, her wiha bal kişand ser pabendiya hikumeta xwe bo pêşkêşkirina xizmetê ji welatiyan re, da ku hilbijartin di dema xwe de pêk bên.

Li gorî berpirsa kar û barên siyasî ya NY'ê Rosemary DiCarlo, NY'ê hişyarî dabû ku nakokiya li ser desthilatdariyê li Lîbyayê dê bibe sedema bêîstiqrariyê û avakirina 2 hikumetan bi hev re û got: "Lîbya bi qonaxeke nû re rû bi rû ye ku tehdît dike ku careke din saziyên wê parçe bibin û destkeftiyên ku di van du salên borî de bi dest xistine,têk biçin."

(eh-dx)