​​​​​​​Li Hewlêrê mêrekî keça xwe ya 15 salî qetil kir

Li navçeya Soran a Hewlêrê mêrekî keça xwe ya 15 salî bi hinceta ku tevî hevalên xwe derketiye derve, qetil kir.

​​​​​​​Li Hewlêrê mêrekî keça xwe ya 15 salî qetil kir
18 adar, 2022   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Polîsên Rêveberiya Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan Şêrwan Xalid ragihand îro saet 03.00’an, cenazeyê zarokeke keçîn gihandine nexweşxaneya navçeya Soranê ya Hewlêrê ku şopa 6 guleyan li ser bendena wê hebûye.

Şêrwan Xalid ragihand zaroka hatiye qetilkirin, xwendekar bûye û 15 salî bûye.

Li gorî agahiyên berdest kujerê zarokê bavê wê ye û bi biryara dadgehê hatiye destgîrkirin.

Li gorî agahiyên ku Şêrwan Xalid dane, zaroka 15 salî ji ber hinceta ku bi hevalên xwe re derketiye derve, bavê wê ew qetil kiriye.