​​​​​​​Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê komkujiya Helebçeyê bi bîr anîn

Şêniyên herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro saet di 11:00`an de ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helebçeyê ku di encamê de derdora 5 hezar kurd li Başûrê Kurdistanê şehîd bûn, 5 deqe rêz girtin.

16 adar, 2022   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro 16`ê Adarê salvegera 34`an a komkujiya Helebçe ye ku di encamê de 5 hezar kurd li Başûrê Kurdistanê şehîd bûn.

Ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helebçeyê ku bi çekên kîmyawî sala 1988`an bi destê pergala Sedam Huseyn hatine kuştin, şêniyan li piraniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5 deqe rêzgirtin sekinîn.

Li Kantona Kobanê, bi sedan şênî, endamên sazî û gerînendeyan li pêşiya saziyên xwe, ku navçeya Eyn Îsayê endamên Meclisa Kantona Girê Spî 5 deqe rêzgirtin sekinîn. Li bajar û navçeyên kantonên Hesekê, Qamişlo heman çalakî hat kirin, dikan hatin girtin û trafîk rawestî.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê, li çerxerê û kolnanên sereke, li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd li nêzî kolana Elbîse, li rojavayê taxê li pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, li taxa Eşrefiye li pêşiya komîna şehîd Dr.Şahid 5 deqe rêzgirtin hat girtin.

Li Tebqa, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, malbatên şehîdan û endamên komîteyên sivîl û partî li pêşiya avahiya rêveberiyê 5 deqe rêzgirtin, girt.

Piştre bi navê rêveberiyê Hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Mezlûm Omer daxuyandî da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Îro salvegera 34`an a komkujiya Helebçeyê ye. Mîna vê komkujiyê û komkujiyên li dijî sivîlan li her derê tên kirin, digihêjin asta sûcên şer û şerê qirkirinê li dijî kêmneteweyan û olan ku di dîroka têkoşîna xwe de ya ji bo azadî û rûmetê êş û azar ji ber sûcên desthilatê kişandine.

Em vê komkujiya li dijî gelê kurd pêk hatî şermezar dikin. Em ji cîhanê re teqez dikin ku em ê xwedî li nirxên mirovahiyê û azadiya mirov derkevin û projeya neteweya demokrat bi pêş bixin heta ku li cîhanê bi giştî pêk were.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/V0hdpthOcDQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>