Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 12 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê îro eşkere kir ku li herêmê 12 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 12 kesên din bi Koronayê ketin
16 adar, 2022   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyên dawîn ên Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro 12 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine ku 7 mêr û 5 jî jin in.

Li gorî daneyên fermî yên desteyê, bi van daneyan re, hejmara pêketiyan li herêmê bi giştî gihaşt 38 hezar û 537 pêketiyan. Ji wan 2 hezar û 564 pêketî baş bûne û hezar û 567 nexweşan jî jiyana xwe ji dest daye.

(şx)

ANHA