Rojnameyên erebî: Senatorê amerîkî li ser normalîzekirina bi Şamê re hişyarî da

Rojnameyên erebî yên vê sibê îşaret bi hişyariyên amerîkî ji vegera avakirina sazûmaniya Beşar Esed, hilbijartinên Iraq û Filistînê kir.

Rojnameyên erebî: Senatorê amerîkî li ser normalîzekirina bi Şamê re hişyarî da
16 adar, 2022   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

SENATORÊ AMERÎKÎ LI SER VEGERA "SAZÛMANIYA ESED" HIŞYARÎ DA

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewset ev nivîsand: "Mezinekî Komarparêzan ê di Komîteya Têkiliyên Derve ya Senator de Jim Rich, bang li rêveberiya Amerîka kir ku alîkariya gelê sûrî bike."

Rich bi rasthatina salvegera 11`an a aloziya Sûriyê bi daxuyaniyekê ev ragihand: "Ji destpêka 2011`an ve dictator Beşar Esed bi alîkariya Rûsya û Îranê hemleyên kuştin û wêrankirinê pêk tîne, heta gihaşt radeyekê ku NY`yê ji 2014`an de nema hejmara kuştiyan destnîşan bike, ji ber ku gihaştibû 100 hezar sivîlan.

Ruxmî vê yekê û bikaranîna çekên kîmyewî, gaz û bermîlên teqîner, lê dîsa jî hevalbendên DYA`yê dixwazin Esed vegerînin civaka navneteweyî.

Senatorê Komarparêz yê Rêveberiya Amerîka li ser destekdayîna van welatan hişyarî da û got: "Divê der barê welatên ku hewl didin rejîma Esed vegere, ceza werin birîn."

Rich di daxuyaniyê de da zanîn ku bûyerên li Ukraynayê hişt ku encamên binketinê bê bîra wan, Rûsya ji tecrûbeya xwe ya li Sûriyê ders derxist û niha çek û heman stratejiyê li Ukraynayê belav dike, di nav de bikaranîna çekên kîmyewî û wiha bi dawî kir: "Divê mirov ji şaştiyên xwe yên li Sûriyê dersan derxe."

DIYARKIRINA DEMA HILBIJARTINÊN IRAQÊ NÎŞANEYA PÊŞKETINA TÊKILIYÊN ŞEPÊLA SEDER Û ÇARÇOVEYA KOORDÎNASYONÊ YE

Der barê kar û barên Iraqê de rojnameya El-Ereb ev nivîsand: "Serokê Parlamantoya Iraqê Mihemed Helbûsî duh daxuyandibû ku 26`ê vê mehê dê hilbijartinên serokkomariyê li dar bikeve."

Diyarkirina dema hilbijartinan nîşaneya destpêka çareserkirina rewşa siyasî ya Iraqê ya têkildarî ragihandina encamên hilbijartinên qanûnî ye, nexasim li hundirê mala Şîe, lê hîn jî lihevkirinek derneketiye holê.

Li ser erkdariya serokkomariyê 40 namzet rikberiyê dikin, di serî de serokê niha Berhem Salih û namzetê Partiya Demokrat Kurdistan Rêber Ehmed Xalid.

Çavdêr pêşbîn dikin ku civîna hilbijartina serok dê asta lihevkirina di navbera aliyên Şîe de derxe pêş. Heta niha tu delîlên lihevkirina li ser destekdayîna ji namzetên serokkomariyê re tune ne, ruxmî ku Partiya Demokrat Kurdistanê zextê li hêzên siyasî dike, nexasim Şepêla Sedrî.

Tê payîn ku di rojên pêş de peywendî di navbera pêkhateyên siyasî de çêbibe, bi taybet di navbera Şepêla Seder û Çarçoveya Koordînasyanê de, sîwana siyasî ya hêzên alîgirên Îranê. Di encamê de dê behsa dosya serokkomariyê û hikumetê bikin.

Balyozê Îranê li Bexdayê Îrac Mescidî duh hêviyên xwe yên der barê çareserkirina avakirina hikumeta Iiraqê anîbû ziman û gotibû: "Tehran destekê dide lihevkirina di navbera Şepêla Sedir û Çarçoveya Kordînasyonê de û diyalogên wan jî erênî ne."

FILISTÎNÎ TEV LI HILBIJARTINÊN HERÊMÎ DIBIN Û ÇAVÊN WAN LI PARLAMAN E

Têkildarî rewşa Filistînê rojnameya El-Beyan ev nivîsand: "Bi ragihandina komîteya hilbijartinan a Navendî ya Filistînê re û destpêkirina reklamên hilbijartinên qonaxa duyemîn a hilbijartinên herêmî, filistînî tev li vê gave dibin, ji ber ku gel û namzetan tehrîk dike."

Berdevkê Komîteya Hilbijartinan Ferîd Teamellah got, dê 26`ê vê mehê li 50 desteyên herêmî hilbijartin li dar bikevin, hejmara lîsteyên rikber 234 e û ji zêdetirî 2 hezar û 300 namzet û 632 kursiyan pêk tê.

(eh)