Jendirmeyên Tirk 2 ciwan rojavayî li nêzî sînor kuştin

Nasnameya ciwanê duyemîn ku tevî ciwanê bi navê Adil El-Bedir ku ji aliyê jendirmeyên Tirk ve li nêzî gundê Qermane yê gundewarê Dirbêsiyê hatibûn kuştin, hate zanîn.           

Jendirmeyên Tirk 2 ciwan rojavayî li nêzî sînor kuştin
16 adar, 2022   09:55
HESEKÊ

Welatiyan duh cenazeyê du ciwanên li nêzî gundê Qermane yê 3 km dikeve rojavayê navenda navçeya Dirbêsiyê, dîtin û cenazeyê Adil Mihemed El-Bedir ku di sala 2001`an de jidayik bûye, birin nexweşxaneya Şehîd Xebat. Lê ji tirsa ku jendirme wan bikin hedef nekarîn cenazeyê din bibin.

Welatiyan îro cenazeyê ciwanê duyemîn ê bi navê Taha El-Mihemmed ku di sala 2001`an de li bajarê Til Hemîs ê kantona Qamişlo jidayik bûye jî birin nexweşxaneya Şehîd Xebat.

Piştî lêkolîna her du cenazeyan, hat diyarkirin ku her du ciwanan beriya dîtina cenazeyê yekemîn bi 48 saetan bi îşkence û alavên tûj hatine kuştin.

(dx)

ANHA