2 leşkerên hikumeta Şamê di topbarana dewleta Tirk de birîndar bûn – HATE NÛKIRIN

2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê di encama topbaran artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundên Merenazê û Elqemiyê yên navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî de birîndar bûn.

2 leşkerên hikumeta Şamê di topbarana dewleta Tirk de birîndar bûn – HATE NÛKIRIN
16 adar, 2022   09:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Merenazê û Elqemiyê yên navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî topbaran dikin.

Nûçegihan da zanîn ku di encama topbaran domdar a li ser her du gundan de 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Lê nehat zanîn ku ka ew li leşker li kîjan ji wan gundan birîndar bûne û nehat zanî ku payeya (rutbeyên leşkerî) wan leşkeran çi ye. 

ANHA