Helebçe; komkujiyeke giran û xetereyeke berdewam

Tevî ku 34 sal di ser Komkujiya Helebçeyê re derbas bûne jî, fikrên radîkal ên rejîmên derdorê û dagirkerên Kurdistanê didomin da ku Kurdan bi rêbazên cuda qir bikin. Dewleta Tirk jî serkêşa wan e.

Helebçe; komkujiyeke giran û xetereyeke berdewam
Helebçe; komkujiyeke giran û xetereyeke berdewam
Helebçe; komkujiyeke giran û xetereyeke berdewam
Helebçe; komkujiyeke giran û xetereyeke berdewam
Helebçe; komkujiyeke giran û xetereyeke berdewam
Helebçe; komkujiyeke giran û xetereyeke berdewam
Helebçe; komkujiyeke giran û xetereyeke berdewam
Helebçe; komkujiyeke giran û xetereyeke berdewam
Helebçe; komkujiyeke giran û xetereyeke berdewam
16 adar, 2022   07:17
KOBANÊ – ZANA SEYDÎ

Sedsala 20`an hema hema bi dawî dibe û erdnîgariya Kurdan dibe şahidê qonaxeke din ji bûyerên komkujiyên ku li dijî gelê Kurd hate kirin. Ji çiyayên Dêrsim, Agirî, Geliyê Zîlan û heta deşta Mehabadê, komkujiya Sînemaya Amûdê, komkujî hatin kirin û heta ku gihaştin astî herî bilind li gel rejîma Sedam Hisên dema ku çekên kîmyewî li dijî Kurdan li Helebçeyê bi kar anîn.

Hêzên Îranê di Şerê Kendavê yê Yekemîn ê di navbera Iraq û Îranê de gihaştin sînorê bajarê Helebçe yê Başûrê Kurdistanê û Helebçe di 14-15`an ji Adara 1988`an rastî topbarana hêzên Iraqê hat.

Roja înê heta saet 11:30`an bêdengiyeke ecêb hebû. Paşê dengê teqîn, balafirên şer ên Iraqê li ser bajar û gundewarên derdorê hate bihîstin. Bajarê ku 80 hezar kes tê de dijiya, bi çekên kîmyewî hate topbarankirin.

Êriş nêzî 5 saetan dewam kir. Cenazeyê bi hezeran Kurdan li ser rêyan, li pêşiya malan û di nava zeviyan de belav bû. Di encama topbaranê de 5 hezar kes ji wan jin û zarok jiyana xwe ji dest dan. Her wiha ji 7-10 hezar welatî birîndar bûn.

Di sala li pey topbaranê de bi hezeran sivîlan jiyana xwe ji dest da û ew jî ji ber bandora wê li ser tenduristiyê, nexweşî û sedemên zikmakî bû. Heta niha jî malbatên qurbaniyan dixwazin cenazeyên windahiyên xwe bibînin.

Rejîma Sedam Hisên ji hebûna hêzên Îranê li nêzî bajar ji xwe re gef dît da ku komkujiyê pêk bîne. Di çarçoveya ‘Pêngava Enfalê’ de ku ji sala 1987`an dest pê kir û heta sala 1989`an dewam kir, herêmên Başûrê Kurdistanê dagir kirin û komkujî li dijî Kurdan pêk anî. Nêzî 180 hezar welatî di encama wê de winda kirin.

Piştî ku lêkolîn hatin kirin, pisporan teqez kir ku 3 cure ji gazên jehrê di topbarana li ser bajar de hatine bikaranîn (siyanid, gaza xerdel a jehrî û sarîn).

Heta niha topên kîmyewî ku ji beriya 34 salan ve hatine bikaranîn bandorê li xweza, çandiniyê dikin û ji ber wê jî pirsgirêk û zehmetî ji şêniyan re çêdibe.

Di wê demê de Başûrê Kurdistanê li pêşiya cîhana derve mîna girtî bû. Kurdan nikaribû êş û çîrokên xwe bi kesên din re parve bikin. Rêxistina Human Rights Watch piştî 5 salan komkujî di rûpelên xwe de qeyd kir û ew jî di sala 1993`an de bû.

‘ÇI DEMA DERFET DÎTIN DÊ KOMKUJIYAN LI DIJÎ KURDAN PÊK BÎNIN’

Piştî 34 salan ji komkujiyeke hovane ya li dijî mirovahiyê, Kurd li tevahî Kurdistanê rastî xetereya qirkirinê tên.

Nivîskar û rojnamevanê ji Başûrê Kurdistanê Azad Îbrahîm ji ANHA`yê re got, komkujiya Helebçe yek ji rêbazên qirkirinê bû, qirkirina Kurdan heta roja îro bi rêbazên cûda didome, êrişên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê û Rojava ji kirinên rejîma Sedam Hisên ne cûdatire, kirinên rejîma Îran, Tirkiyê û Sûriyê li dijî Kurdan kopeyeke biçûk ji komkujiya Helebçe ne.

Azad Îbrahîm diyar kir ku rejîma Sedam Hisên rastiya Kurdî, siyaset, çand û civakbûna wî nexwend, lê belê dêktatorek bû dixwest hebûna Kurdan bi rêya komkujiyan bidawî bike. Her wiha got rejîmên li derdora Kurdistanê hewl da valatiya rejîma Sedam Hisên dagire, komkujiyan bi rêbazên cûda berdewam bike, her komkujî û rastiyeke bi xwîn ji Kurdan re girêdayî bûyerên beriya wê ye ku rejîm nobedariya kirina wê li dijî Kurdan, dike.

Têkildarî pêngava heyî Azad Îbrahîm wiha axivî: "Tevî ku 19 sal li ser ketina rejîma Sedam Hisên derbas bûne lê herêm ji ber fikreyên dêktator zehmetiyan dikşîne. Em bi rastiyeke dijwar re rû bi rû ne. Ew îdiyayê demokrasiyê dikin lê hemû dirûşmeyên ku esas ji wan re tune ye. Di kîjan derfeta ku ji wan re were dayîn dê komkujiyan li dijî Kurdan pêk bînin çi li Tirkiyê, çi li Iraq yan jî Sûriyê û Îranê be."

Nivîskar û dîroknas Biradost Mîtan jî destnîşan kir ku çanda mirovî û biratiya gelan li gel sîstem û hikumetên Rojhilata Navîn tune ye, loma Kurd bi xeteriya qirkirinê re rû bi rû ne.

Biradost Mîtanî wiha domand: "Mixabin ew Kurdan xwedî çand, dîrokeke kûr û girîng nabînin. Kurdan wek hebûn nabînin. Mirovî li gel van sîsteman tune ye. Ew li ser çanda deshilatdar û qirkirinê hatine perwerdekirin. Ji ber wê jî heke Kurd xwedî nasname, dîrok û xwedî çand û ziman in û di gelek aliyan de serkeftî ne, wê demê divê gelê Kurd van destkeftiyan bi rêya hêza leşkerî biparêze. Ji ber ev çareseriya rawestandina komkujiya e."

Her wiha Biradost Mîtanî behsa rastiya Kurdî di pêvajoya heyî de, waneyên ku ji komkujiya Helebçe wergirtin kir û wiha anî ziman: "Kurdên ku gelek zehmetî dîtin heta niha li pişt pardeya Îsalama sextet ku Îran û rejîmên din bi taybet îdiyaya wê dike. Em li pêşiya sextebûn û xefka van komên ku îdiyaya Îslamê dikin dema ku Helebçe rastî êrişa kîmyewî hat û tu kesî ji imam û kesên ku navê zanistên misilmanan li wan tê kirin li dijî vê komkujiyê derneket lê belê destek dan Sedam Hisên di êrişa wî de."

Biradost wiha domand: "Girîngtirîn waneyên ku mirov dikare bigre ku divê têkiliyên diplomatîk baş werin xwendin. Heta kîjan astê dikeve xizmeta gel de. Helebçe bû qurbaniya nefêmkirinên têkiliyên bi girîk bi derdor re. Lê îro heta kîjan astê em vê yekê dixwînin. Kîjan dewletan çekên kîmeywî dan rejîma Iraqê û îro têkiliya me bi wan dewletan re çawa ye. Ez dixwazim behsa têkiliya Kurdan bi Yekitiya Sovyetê re bikim. Kurd li hêviya sosyalîzmê di b Sovyetê de bûn ku ew projeya rizgariyê ye. Girîngiyeke mezin didan vê yekê. Lê Sovyet Kurd kirin pariyek ji sîstemên herêmî re û tu girîngî nedan Kurdan."

‘PARÇEBÛNA HEYÎ GEFAN LI HEBÛNA KURDAN DIXWE’

Hin şîrovekarên siyasî û aliyên Kurdî dibînin ku parçebûna partî û kirinên li gorî berjewendiyên partî derfet li pêşiya rejîma Sedam Hisên vekir ku komkujiyê pêk bîne, bajar bibe qurbanaiya parçebûna ku di wê demê de çêbibû, her wiha partiyên Kurdî li Başûrê Kurdistanê ev komkujî li gorî berjewendiyên xwe keysbaz kir û propagendaya wê kir.

Nivîskar Azad Îbrahîm ne bi van şîroveyan re û wiha axivî:  "Komkujî ji çalakiyên partiyên siyasî yên di wê demê de li Başûrê Kurdistanê bûn mezintire. Rewş li Kurdistanê di navbera dewletên herêmî li herêmê, bi girêk bû."

Biradost Mîtanî teqez kir ku bandora parçebûna partî ku Kurd rastî komkujiyê werin hebû, parçebûna heyî heta niha gefan li hebûna Kurdan dixe nexasim di nava aliyên siyasî li Bşûrê Kurdistanê, tevî hebûna parlemenotoyê ku nûnertiya rastiya heyî dike, pirsgirêk derdiketin holê û nûnertiya rêjeya kûrahiya pirsgirêka Kurdî bi awayekî giştî dike.

Komkujiya Helebçe derfet neda cîhanê ku qanûn û biryaran xira bike. Ji ber ev komkujî li gorî pîvanên peymana qirkirina komî ya sala 1948`an di danesîna komkujiyan de bû.

Dadgeha Holandayê got komkujiya Helebçe hemû şertên peymanên komkujiyan pêk anî ku mirov di aliyê qanûnî de dikare bêje ku ew komkujiya etnîkî bû.

Di 5`ê Kanûna 2012`an de parlementoya Siwêdê biryar da ku komkujiya Helebçe komkujiya komî li dijî Kurdan bû her wiha dadgehên din jî got itîraf bi komkujiya komî li Helebçe kir.

30 SALAN PIŞTÎ HELEBÇEYÊ JÎ KOMKUJÎ DIDOMIN

Di sala 1993`yan de Kurdên 4 hezar gundên Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve koçberî Iraqê hatin kirin bêyî ku hincetên qanûnî hebin. Gund û zevî hatin şewitandin û bi sedan hatin girtin.

Di sala 2004`an de yekemîn serhildana Kurdî li Sûriyê li bajarên Rojava hate kirin bi taybet li bajarê Qamişlo û heta Şamê. Ew jî piştî maça futbolê bû ku veguhertî kirinên binpêkirinê li diî gelê Kurd. Di encama wê de komkujiye pêk hat ku 40 ciwan şehîd bûn, bi dehan birîndar bûn û bi hezeran hatin girtin.

Ji sala 2010 – 2020`an komkujî û sûcên li dijî Kurdan li Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk û komên çete di serî de DAIŞ`ê hatin kirin.

Xwîna Kurdan li Til Hasil, Til Eran ên nêzî bajarê Helebê hate rijandin. Ew jî ji ber hovîtiya Cebhet El-Nusra bû. Li bajarê Kobanê jî şerekî dijwar di nava 10 salên şerî li Sûriyê de rû da. Di encama wê de bi sedan Kurd ji bo rizgarkirina bajar ji DAIŞ`ê şehîd bûn.

Hilweşandin û xwîna li bajarên Kurdan weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî di êrişa dewleta Tirk de ne cûda bû ku dewleta Tirk siyaseta erda şewitandî bikar anî û li beramberî çavên civaka navneteweyî komkujî li dijî Kurdan pêk anî.

Yek ji êşên giran ên gelê Kurd nayê jibîrkirin dema ku DAIŞ`ê di Tebaxa 2014`an de êrişî herêma Şengalê kir û sûc pêk anî. Di encama wê de nêzî 5 hezar Kurd şehîd bûn û jin jî ber bi Reqa, Dêrazor û Mûsilê ve birin.

Artêşa Tirk a dagirker 13 bajarên Kurdan li Bakurê Kurdistanê di sala 2016`an de hilweşandin. Ji wan Nisêbîn, Cizîra Botan û Amed. Ji dema Serhildana Dêrsimê ya sala 1937`an ve, ev dijwartirîn êrişên li Bakur Kurdistanê bûn.

Di encama komkujiyên Roboskî, Pirsûs û Enqereyê de nêzî 200 kesî jiyana xwe ji dest da û hovîtiya rejîma ku êrişî Kurdan dike, di sedsala heyî de diyar dike.

Platformên navneteweyî girîngî nedan karesatên mirovî ku ji ber êrişa dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û beriya wê êrişên çeteyên terorîst û komkujiyên li Kurdistanê bi giştî pêk hatin. Lê belê ev yek derbas kir ku dewleta Tirk sûcên şer li Sûriyê pêk anî. Di çarçoveya xizmeta têkiliyên navneteweyî û berjewendiyên hêzên mezin de dûrî rastiya ku tê kirin. Ev komkujî nûnertiya rastiya Kurdan ji zêdetirî 100 salî ve dike.

(bx)

ANHA