Hevdîtina dewleta Tirk û PDK`ê: Hewldana sûdwergirtina ji şer

Rojnamevan Erdogan Altan têkildarî hevdîtinên dewleta Tirk û PDK'ê got armanc jê sûdwergirtina ji şerê Ukrayna-Rûsyayê, pêkanîna plana êrişeke nû, desteserkirina xazê û xurtkirina desthilata PDK'ê ye.

Hevdîtina dewleta Tirk û PDK`ê: Hewldana sûdwergirtina ji şer
16 adar, 2022   04:36
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Bi şerê di navbera Ukrayna û Rûsya de, dewleta Tirk dest hevdîtinan kiriye. Bi pêşentgiya Wezareta Karê Derve ya Tirkiyeyê 11'ê mehê li bajarê Antalyayê duyemîn Foruma Dîplomasî ya Antalyayê hat lidarxistin. Di forumê de Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar, Serokê MIT'ê Hakan Fîdan û Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin bi Nêçîrvan Barzanî re rûniştin.

Ji civînê nebûna ala hikûmeta Başûrê Kurdistanê û nûnerên dewleta Tirk a dagiker ku di civînê de amadebûn gelek tiştan tîne berçav. Ev hevdîtin ji aliye gelên Kurdistanê ve wekî teslîmgirtina PDK û malbata Barzanî hate pênasekirin. Her wiha gelek siyasetmedar vê hevdîtinê wekî lihevkirina êrişek berfireh li ser Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê dinirxînin.

Hêjayî gotinê ye Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herî dawî di 2’yê Sibata 2022’an de serdana Tirkiyeyê kiribû. Rojek beriya wê jî (1'ê Sibat) balafirên dewleta Tirk a dagirker dijî Şengal, Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê êrişek berfireh ên hewayî pêkanî bûn.

Têkildarî hevdîtinên dewleta Tirk  dagirker û PDK`,  rojnamevanê li Başûrê Kurdistanê Erdogan Altan ji ANHA'yê re axivî û got, ev hevdîtên di çarçoveya aborî, êriş û dîplomasî de pêk hatiye.

Altan, tekildarî şerê Ukrayna- Rûsya diyar kir ku piştî vî şerî dibe ku berê xwe bidin Îranê an jî Tirkiyê. Her wiha beriya rewş bigihîjê vê pêvajoyê Altan, anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze hin tiştan bi dest bixe.

'ERDOGAN ÇAV BERDAYE DEWLEMENDİYA BİNERD A BAŞÛR'

Altan diyar kir ku ev hevdîtin bêgûman aliyê wê yê aborî û xurtkirina desthildariya PDK`ê heyelê ev hevdîtin jê zêdetirin jî aliyê siyasî û leşkerî ye ku çarçoveya êrişî Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê ne. Altan, derbarê mijara aborî a ku li ser hatiye axaftin de ev tişt got: “Hevpeymana xazê a dewleta Tirk bi Rusya, Îran û Azerbaycanê di dawiya sala 2021 an de bi dawî bû. Bi tene bi Azerbayacanê re nû kir lê bi Îran û Rusya re hat taloq kirin. Niha dewleta Tirk a dagirker bi taybetî jî AKP çavberdaye bîrên xazê û petrolên li Başûrê Kurdistanê de. Li herêma YNK (herêma Kesk) dibêjin ji sedî 60 rafîneyên xazê di destê YNK`ê de ye, sedî 40 jî di destê aliyê herêma Zerdeşt di bin qontrola PDK`ê de ye.  Li vê herêmê ji 11 rafîneyan di sale 17 trîlyon metre kup xaz derdikeve. Li herêma Zerdeşt jî 13 trîlyon metre kup xaz derdikeve. Niha dewleta Tirk a dagirker çav berdaya van bîrên xazê.”

HEWILDANÊN DERBASKIRINA ASTENGIYAN

Altan destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo bidestxistina petrolê hewl dide astengiyên li pêşiya xwe derbas bike û got: “Her çiqas dewleta Tirk bi PDK`ê re di nava 50 salî de hevpeyman li ser xeta boriyê ya Kerkûk-Ceyhan pêk anîbe, hem jî ji bo derxistina petrolê bi şîrketên petrolê re hevpeyman hatibe danîn jî, lê  navenda Iraqê d û li gor yasayên hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê hinek astengî li pêş wan derdixîne. Ev hevdîtin ji bo derbaskirina van astengiyan pêk hat. Dewleta Tirk jî ji  bo derbaskirina krîza xwe ya hundirîn û bidestxistina xeta xazê dixwaze bi rêya PDK`ê, erêkirinê ji YNK'ê werbigire. Ji bo wê jî hevditîn bi Îsraîl re jî dikin ku Îsraîl xwe wekî navendeke duyemîn li Iraq û bi taybetî jî Başûrê Kurdistanê bi cih kiriye.” 

'DAGIRKER DI NAV HEWILDANÊN WERGIRTINA DESTÛRA ÊRIŞAN DE NE'

Altan behsa hewildanên dagirkirina herêmên nû kir û got: “Dewleta Tirk ji bo destpêkirina êrişeke berfireh li ser hem Başûrê Kurdistanê hem jî sînorên Rojavayê Kurdistanê di nav hewildanên wergirtina destûrê de ye. Dewleta Tirk di sala 2019`an de êrişa li ser Xakurkê heya Garê pêk anîn û di 23'yê Nîsana 2021`an de êriş li ser Metîna, Avaşîn û Zapê da destpêkirin ku hîn jî berdewam dike. Dixwest ku di nav çend hefteyan de herêmê dagir bike û berê xwe bide tevahî Qendîlê. Li Avaşîn, Metîna û Zapê ew hesabên ku dikir bi berxwedana gerîlayên azadiyê û berxwedana gelê Kurd re bi temamî vala derketin. Dewleta Tirk bi van hevdîtinan re dixweze hem di asta navneteweyî de hem jî ji Iraq û Sûriyê destûr bigre û êrişên polîtikayên dagirkeriyê pêk bîne di nav lêgerînê de ye. Di ragihandina xwe de jî ji bo bi bingeha xwe amade bike ji niha ve ketiye nav hewildanê.”

'POLÎTIYÊN DAGIRKERAN LI SER MALBATA BARZANÎ Û PDK`Ê DIMEŞIN'

Di çarçoveya planên dagirkirina herêmên nû de ji aliye dewleta Tirk a dagiker ve Altan, balkişand ser sekin û rola PDK`ê û got: “Di aliyê siyasî de jî Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî wekî waliyê bajarê Tirkiyê tên dîtin. Dema em bi zimanê dîplomasî li hevdîtinan dinêrin tu ala herêma Başûrê Kurdistanê tune ye. Ji xwe dewleta Tirk ji bo PDK û malbata Barzanî di got `dostê me ye nêzîk e.` Ji ber wê hem PDK hem jî malbata Barzanî di bin desthiladariya dewleta Tirk de ye. Niha yên ku li hemberî dewleta Tirk derbikeve ango jê re bibêjin na nemaye. Bi vê re dewleta Tirk polîtikayên xwe yên qirkirina Kurdan bi destê PDK û malbata Barzanî li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê bi rehetî dikare bide meşandin.”

`HERÎ ZÊDE DEWLETA TIRK DIXWEZE JI ŞERÊ UKRAYNA-RUSYA SÛD WERBIGRE`

Altan derbarê şerê li Ukraynayê de anî ziman ku wekî gelek cihan bêgûman wê bandoriya xwe li Kurdistanê jî bike. Altan da zanîn ku dewleta Tirk bi taybetî ji vî şerî dixweze li dijî Kurdan sûd werbigre û got: “Li ser dîzaynkirina Rojhilata Navîn Kurdistan wekî navend e. Ev çar dewletên ku Kurdistan dagirkirine û hêzên navneteweyî dixwezin ji şer sûd werbigrin. Herî zêde dewleta Tirk dixweze ji vî şerê Ukrayna sûd werbigre. Bi şandina çeteyan û pêkanîna hevdîtinan dixwaze tiştekî dest bigrin. Yanî dibêje ku di vê pêvajo û piştî pêvajoyê ez jî li ser masê bisekinim vê peyamê dide.

Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dewleta Tirk hem di aliyê êrişan de hem jî di têkbirina statûya Kurdan de hewl dide derbe li kurdan bide. Ji bo derbaskirina krîza xwe ya aborî di nav lêgerîna de ye. Di vê çarçovê de Erdogan bi Biden re hevdîtinan dike, li aliyêkê piştgirî dide Ukrayna, di bin de jî bi Rûsya re hevdîtinan dike. Ev dide nîşandan ku li pey vê wergirtina destûra operasyonekê li dijî Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê heye.”

`PIŞTÎ ŞERÊ UKRAYNA-RUSYA WÊ BERÊ XWE BIDIN ÎRAN Û TIRKIYÊ`

Altan, diyar kir ku piştî Ukraynayê dibe ku berê xwe bidin Îranê an jî Tirkiyê û got: "Dewleta Tirk dixweze hin tiştan bi dest bixe. Hem di hikûmeta hem ji aliyê Amerîka, Rusya û dewletên Ewropa de kesekî ku bi civakê an jî gelê herêmê bifikire tune ye. Hikûmeta Zelensky ji aliyê NATO'yê ve bi zorê hatiye ser desthildariyê. Di ragihandinê de wekî qurban tê nîşandan lê bingeh de hatina wî ya li ser desthiladariyê ji yê dewleta Tirk an jî yê desthildariya dewletan ne cûda ye. Bingeha gelê Ukrayna li ser sosyalîzmê ye. Niha jî Amerîka û Rûsya dixwazin vê civakê tine bikin. Vê jî bi rêya şerê ûsya re dixwazin pêk bînin. Ev şer di navbera civakên rêxistinî û hêzên hegemonîk de ne.”

ANHA