Şêniyên Helebê komkujiya Helebçe şermezar kir

Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê komkujiya Helebçe şermezar kir û gotin, ev komkujî encama siyasetên PDK`ê û partiyên din bû.

Şêniyên Helebê komkujiya Helebçe şermezar kir
16 adar, 2022   02:27
HELEB – ARIF SILÊMAN

Rejîma Baas a Iraqê bi serkêşiya Sedam Hisên di sala 1988`an de bi çekên kîmyewî êrişî bajarê Helebçe yê Başûrê Kurdistanê kir. Di encama wê de zêdetirî 5 hezar sivîl jiyana xwe ji dest dan. Her wiha bi hezeran birîndar bûn û hîn jî şêniyên Helebçe ji ber birînên xwe zehmetiyan dibînin.

Di vê çarçoveyê de şêniyên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê komkujiya Helebçe şermezar kir.

Di navîna 2016'an de jî komên çete yên dewleta Tirk a dagirker gelek caran bi çekên kîmyewî êrişî  taxa Şêxmeqsûdê kirin.

'TU KES NIKARE ME TÛNE BIKE'

Welatiyê bi navê Nîdal Mihemed wiha got: "Em gelê Kurd, mafê me yê jiyana li ser vê axê heye. Kes nikare me tune bike. Hemû dewlet nexasim dewleta Tirk li dijî me komployan pêk tîne da ku hebûna me tune bike."

Nîdal Mihemed anî ziman ku armanc ji komkujiya Helebçe ew bû ku kurdan tune bikin û wiha domand: "Kurd man û Sedam Hisên çû. Sedemên vê komkujiyê siyasetên PDK`ê û hin partiyên kurdî bûn ku berjewendiya gelê xwe naxwazin."

Mihemed wiha pêde çû: "Ji destpêka dîrokê ve û heta roja îro gelê Kurd rastî komkujî û qirkirinan tên. Herî dawî ku ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî şêniyên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî komkujî hate kirin."

 ‘EM KOMKUJIYÊ JI BÎR NAKIN‘

Welatiyê bi navê Ehmed Elî ev tişt got: "Em komkujiya Helebçe ji bîr nakin ku di encama wê de 5 hezar zarok, jin û kesên bi temen ji ber balafirên şer û çekên kîmyewî şehîd bûn."

Ehmed Elî bang li gelê Kurd û partiyên kurdan kir ku bi yek destî li hember siyaset û komployên dijmin bisekinin û xwe ji komkujî û qirkirinan biparêze.

 ‘SEDEMA KOMKUJIYÊ SIYASETA PDK`Ê BÛ‘

Welatiya bi navê Tolîn Omer jî komkujiya Helebçe şermzar kir û got, ev komkujî encama siyasetên PDK`ê yên dijberî kurdan bû.

Tolîn Omer wiha dawî li axaftina xwe anî: "Birîndarên komkujiya Helebçe heta roja îro nexweşî bi wan re hene. Tu kesî alîkariya wan nekir. Hikumeta Başûrê Kurdistanê tu alîkarî pêşkêşî şêniyên Helebçe nekir. Ev jî diyar dike ku ew siyaseta dijminê gelê Kurd dimeşîne."

(bx)

ANHA