Du ciwan ji aliyê cendirmeyan ve hatin qetilkirin

Li Dirbêsiyê cenazeyê du ciwanan hatin dîtin ku ji aliyê cendirmeyên Tirk ve hatine qetilkirin.

Du ciwan ji aliyê cendirmeyan ve hatin qetilkirin
15 adar, 2022   19:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Qeremanê yê sînorî yê 3 km dikevê rojevayê navenda navçeya Dirbêsiyê, cenazeyê du ciwanan hatin dîtin û rakirin Nexweşxaneya Şehîd Xebat a navçeyê.

Di encamên lêkolînên bijîşkan de, diyar bû ku ji ber îşkençeyê hatin qetilkirin û şopên lêdanê li ser laşê wan hebû. Ji ciwanan, nasnameya Adil El-Bedir (21) hate naskirin.

Li gorî agahiyan ciwan hewl dan derbasî Bakurê Kurdistanê bibin.

ANHA