​​​​​​​Mezlûm Ebdî: Serhildana 12'ê Adar û tevgera 15'ê Adarê dîwarê tirsê şikenand

Mezlûm Ebdî got, Serhildana 12'ê Adarê û tevgera 15'ê Adarê dîwarê tirsê şikenand û got, welatiyê sûrî vegera li çargoşeya dûrxistinê qebûl nake.

​​​​​​​Mezlûm Ebdî: Serhildana 12'ê Adar û tevgera 15'ê Adarê dîwarê tirsê şikenand
15 adar, 2022   17:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî bi boneya salvgera 11'an a tevgera şoreşê li Sûriyê daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê twîtterê belav kir.

Ebdî got: "11 sal di ser destpêkirina tevgera gel a li Sûriyê re derbas bûn, hîna jî derî li pêşiya çareseriyên siyasî girtî ne ku bi beşdarbûna hemû aliyan dikrin dawî li aloziyê werîne.

Serhildana 12'ê Adarê û tevgera 15'ê Adarê dîwarê tirsê li Sûriyê şikenand. Welatiyê sûrî qebûl nake ku li çargoşeya dûrxistinê vegere. Sûriyê hêjaye azadî û istiqrarê."

ANHA