MSD'ê panelek li Helebê li dar xist

Bi boneya salvegera destpêkirina aloziya Sûriyê, MSD'ê panelek li Helebê li dar xist.

MSD'ê panelek li Helebê li dar xist
MSD'ê panelek li Helebê li dar xist
MSD'ê panelek li Helebê li dar xist
MSD'ê panelek li Helebê li dar xist
MSD'ê panelek li Helebê li dar xist
MSD'ê panelek li Helebê li dar xist
MSD'ê panelek li Helebê li dar xist
MSD'ê panelek li Helebê li dar xist
15 adar, 2022   16:40
HELEB

Nivîsgeha Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a Helebê bi boneya salvgera 11'emîn a destpêkirina aloziya Sûriyê, panelek bi navê "Aloziya Sûriyê, encamên wê, rewş û dagirkerî" panelek li dar xist.

Panel li Kafeteriya Telet Heleb a li beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqûsdê bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî sivîl û kesayetên serbixwe hate lidarxistin.

Endama Nivîsgeha Têkiliyan a MSD'ê ya Helebê Fatma Hisêno mijara yekemîn a planelê nirxand û got: "Rewşa herêmî û cîhanê diyar dike ku aloziya Sûriya yek ji aloziyên herî bi girêk ên piştî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û şerê sar e. Sedema vê yekê têkçûna hewldanên qaşo bi navê çareseriyê ne, çi yên li Cinêv ve an Soçî an jî Astana be. Ev yek jî asta destwerdanên herêmî û navneteweyî di aloziya Sûriyê de diyar dike ku dosyaya Sûriyê bi dosyayên cîhanî û herêmî yên herî bi girêk ve girêndan. "

Fatma Hisêno bal kişand ser dagirkeriya Tirk a li bakurê Sûriyê û got: "Tirkiyê di dagirkirinê herêmên berfireh ên bakurê Sûriyê û pêkanîna polîtîkayên tirkirinê de pêkanîna xewnên xwe yên dîrokî de dibîne."

Di dawiya vê mijarê de Fatma Hisêno got," Em MSD'ê teqez dikin ku em ê têkoşînê dewam bkin û di hemû qadên herêmî û navneteweyî de bixebitin da ku armancên gelê Sûriyê di demokrasî û pirrengiyê de li gorî biryarên navneteweyî di serî de ya 2254 de pêk bînin."

Beşdaran jî mijarê rêbazên çareserkirina aloziyê nîqaş kirin.

'TIRKIYÊ DIXWAZE PROJEYA MÊTÎNGERIYÊ BERFIREH BIKE'

Bi navê Partiya Neteweyî ya Sûrî ya Civakî, endamê partiyê Fadî Îsmaîl got: "Aloziya Sûriyê di aliyê hundirîn, herêmî û navneteweyî de bi girêk e û aloziya tevahî gelê Sûriyê ye, ji ber vê yekê divê her kes bi hîs û wijdana naveteweyî bixebite da ku em pêş bikevin."

Îsamîl her wiha behsa sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Sûriyê kir û got, dewleta Tirk dixwaze projeya mêtîngeriyê berfireh bike.

'SÛRIYÊN KU BANGA AZADIYÊ DIKIN, NE TERORÎST IN'

Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Emîne Elîko îşaret pêk kir ku hikumeta Şamê zihniyeta xwe naguhere û vebijêrka leşkerî hewldanên diyalogên navxweyî asteng dike.

Elîko bal kişand ser "Lihevkirinên" ku hikumeta Şamê pêk tîne û got: "Ev mijar cihê şermezariyê ye, sûriyên ku banga azadî û jiyana hevbeş dikin ne terorîst in."

Emîn Elîko da zanîn ku çareseriya herî gucaw ji aloziyê re avakirina welatekî demokratîk, azad, pirrengî, nenavendî ye.

Di dawiya panelê de beşdaran îşaret pê kirin ku çareserî di pêkanîna projeya rêveberiya xweseriya demokratîk de ye ku hemû pêkhate nûnertiya wê dikin.

ANHA