‛Divê MSD’ê û Rêveberiya Xweser werin naskirin’

MSD’ê şaxê Tebqayê navendek li navçeya Cirniyê vekir, di heman demê de MSD’ê şaxê Şehba-Efrîn bang kir ku divê civata navneteweyî MSD’ê, hêzên wê yên leşkerî û Rêveberiya Xweser nas bike ku bibe parçeyeke girîng ji çareya Sûriyê.

‛Divê MSD’ê û Rêveberiya Xweser werin naskirin’
‛Divê MSD’ê û Rêveberiya Xweser werin naskirin’
‛Divê MSD’ê û Rêveberiya Xweser werin naskirin’
‛Divê MSD’ê û Rêveberiya Xweser werin naskirin’
15 adar, 2022   15:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Di vekirina navendê de nûnerên ji Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqa, meclisên leşkerî, partiyên siyasî, bi dehan şêniyên Cirniyê, nivîsgehên jinan û Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya beşdar bûn.

Merasîma vekirinê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqa daxuyaniyek da  û ji hêla hevserokê meclisê Ehmed El-Xelef ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Hikumeta Şamê bû sedem ku bi milyonan welatî azaran bikişînin, binesazî wêran kir, mûzaîka civakî parçe kir, krîzên civakî û derûnî ava kirin. Bêhêvî, windabûn û bêbawerî li gel hemûyan çêkir ku li hember derketina Sûriyê ji krîza mirovî bê çare bimînin.

Hikumeta Şamê berpirsê yekemîn ê hemû krîzan e, ji ber tedbîrên çareserkirina demokratîk ên berjewendiyên Sûriyê yên azadî û edaletê red dike. Hemû bangên diyaloga hundirîn ên gihandina çareseriya aştiyane red kirin û îsrar kir ku tundiya li dijî xwestekên azadiyê pêk bîne, çareseriya leşkerî ferz kir. Ew jî piştî rewşa Sûriyê krîztir kir, deriyên destwerdanên derve vekirin.

Hikumeta Şamê berpirsê çekdarkirina şoreşê ye û wê berê şoreşê yê aştiyê guherand û bû sedema derketina hêzên tundraw û terorîst ên bi desteka dewleta Tirk a dagirker.

Gelê Sûriyê yê azad û hemû hêzên neteweyî yên demokratîk hewl didin diyaloga sûrî ya giştî li dar xin û nêrînên wan bibin yek da ku krîzê û dagirkeriyê bi dawî bikin, armancên şoreşa rûmet, azadî, edalet û wekheviyê pêk bînin."

Piştî daxuyanî bi daw bû, Hevseroka Meclisa Navçeya Ciriniyê Nesrîn El-Hemaşî bixêrhatina beşdran kir û vekirina navendê li şêniyên navçeyê pîroz kir.

Li dawiyê bavê şehîd Mihemed Hisên, Mistefa El-Mihemed ê ji şêniyê Cirniyê deriyê navendê vekir û şênî li navendê geriyan.

ŞEHBA

Bi dehan endamên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Şehba-Efrînê li navenda xwe ya Fafînê ya Şehbayê kom bûn û bi rasthatina salvegera krîza Sûriyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi zimanê erebî ji hêla endamê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Mıhemed Elo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ruxmî derbasbûna zêdetirî 10 salan di ser şerê li Sûriyê re, lê krîza Sûriyê derbasî qonaxeke krîztir bû. Ew jî ji ber destwerdanên herêmî û cîhanê di rewşa hundirîn a Sûriyê de ku rewş kembaxtir kirin, bi taybet piştî civîna Astana ya di navbera aliyên şerê li Sûriyê de bi rê ve dibin. Diyar e ji wan civînan projeyeke komploger a nû li dijî gelê Sûriyê bi giştî û herêmên Rêveberiya Xweser bi taybet derket.

Dewleta Tirk a dagirker bê navber êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, bi taybet êrişî girtgeha Sînaa ya li Hesekê kir. Bi vê êrişî diyar bû ku heke koordînaya yekser di navbera dewleta Tirk, hikumeta Şamê û Rûsyayê de pêk nehata ev êriş çênedibû û hate eşkerekirin ku ji 6 mehan ve amadekariya vê êrişê dikin.

Bê guman binketina vê êrişê dê rêyên nû li hember danûstandina navneteweyî bi girtiyên DAIŞ’ê re yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê veke ku ew mayînên li ber teqînê ne û gefan li hemû cîhanê dixwin û divê ew li welatên wan werin vegerandin û darizandin.

Divê civata navneteweyî MSD’ê, hêzên wê yên leşkerî û Rêveberiya Xweser nas bike ku parçeyek ji çareya li Sûriyê ye."

(fr)

ANHA