Hevbendiya Neda komxebata xwe ya yekemîn li dar xist

Hevbendiya Neda komxebata xwe ya yekemîn bi rêya online li dar xist. Hevbendê pêwîstiya pêkanîna yekitiya jinan li Rojhilata Navîn destnîşan kir da ku bikarin stratejî û nêrîneke taybet a jinan ava bikin ku mafên jinên kedkar biparêzin.

Hevbendiya Neda komxebata xwe ya yekemîn li dar xist
15 adar, 2022   15:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dirûşma "Bi yekitiya jinan em ê wekhevî û demokratiya rastîn pêk bînin" û bi boneya Roja Jinan a Cîhanê Hevbendiya Neda (hevbendiya demokratîk a herêmî ya jinan li Rojhilata Navîn û Bakurê Afîrkayê) komxebata xwe ya yekemîn bi rêya online li dar xist.

Lêkolînera dosyayên Geşedan û Siyasetên Alternatîf, Koordînatora Lêkolîn û Nirxandinan a Navenda Cender a Lêkolîn û Perwerdeyê Nimet Koko ji Sûdanê, rojnamevan û çalakvan Wela Ebû Steit ji Misrê, endama Komîteya Jinan û Ewlehiyê û Aştiyê ya Yekitiya Afrîkayê Selwa Qîqe ji Tunisê, cîgira seroka Yekitiya Komîteya Jinan a Filistînê Iktîmal Mihemed ji Filistînê û parlamentera HDP`ê Dîlan Taşdemir ji Tirkiyê tev li komxebatê bûn.

ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA JINAN LI HER DERÊ DERDIKEVIN

Di vê beşê de rojnamevana ji Lubnanê Karolîn Bezî axivî û behsa kongreya yekemîn a jinan li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê kir ku li Amedê ya Bakurê Kurdistanê sala 2013`an li dar ketiye.

Dîlan Taşdemir jî axivî û got: "Ew kongre bi tevlêbûna 250 nûneran ji 23 dewletan li dar ket û 5 rojan dom kir. Tê de rewşa jinan li Rojhilata Navîn hat nîqaşkirin. Astengiyên ku li pêşiya jinan li her derê derdikevin hatin gotubêjkirin. Çawa jin dikarin alîkariya hev bikin."

Dîlan Taşdemiir diyar kir ku ev kongre taybet e ji ber ku cara yekemîn jinên li Rojhilata Navîn li hev dicivin, ji ber ku qada Rojhialta Navîn qada şer û nakokiyan e ku di radeya yekemîn de bandor li jinan dike û zihniyeta desthilatdar li jinan tê ferzkirin.

Dîlan daxuyand ku beşdarên kongreya yekemîn rêgezên xwe yên taybet ên kar diyar kirin.

ENCAMÊN ŞER Û BANDORÊN WÊ LI SER JINAN

Rojnamevan û çalakvana ji Misirê Wela Ebû Steit behsa kongreya duyemîn a jinan kir ku sala 2021`an li paytexta Lubnan Beyrûtê li dar ketiye kir û got: "Ev hevbendî berhema fikrên wê kongreyê ye ku bi heman dirûşmê 'Bi yekitiya jinan em ê wekhevî û demokratiya rastîn pêk bînin' li dar ketibû.''

Wela diyar kir ku di kongreya duyemîn de jinên beşdar behsa rewşa jinan li welatên xwe kir li gel aloz û nakokiyên aborî û civakî û daxuyand ku wan girîngî daye encamên şer û bandorên wê li ser jinan û çawa jin li hember DAIŞ`ê sekinî û dengê xwe bilind kir.

HEVBENDIYA NEDA MAFÊN JINAN DIPARÊZE LI GEL ALOZIYÊN LI ROJHILATA NAVÎN

Lêkolînera Dozên Geşepêdan û Siyasetên Alternatîf û Koordînatora Lêkolîn û Nirxandinan a Navenda El-Cender a Lêkolîn û Perwerdeyê Nimet Koko ya ji Sûdanê axivî û behsa vejîna hevbendiya Neda kir û da nasandin. Her wiha Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinan pîroz kir.

Nimet Koko wiha domand: "Hevbendiya Neda, berhema şert û mercên dijwar ku herêm tê re derbas dibe û bandor li jinan dike. Ji nîşaneyên hêz û israra jinan ku dikarin li ber xwe bidin û slogana wê ya sereke demokratî ye."

Nimet Kokko diyar kir ku hevbendî xwedî li jinan li Rojhilata Navîn derdikeve û bi rêya wê dikarin ajandeyên jinan, hêvî û mafên wê li gel guhertinên mezin ên li herêmê rû didin, ferz bike. Ji ber ku tevgereke fireh ji bo pêkanîna demokratiyê heye.

Nimet Koko daxuyand ku hevbendiya Neda ji hevbendiyên din cuda ye ji ber ku demokratiyê ji xwe re esas digire. 

DOZA JINAN YEK E BI YEKITIYÊ DIKARIN FIŞARÊ LI HIKUMETAN BIKIN Û KEDKARAN BIPARÊZIN

Cîgira seroka Yekitiyên Jinan ên Filistînê Iktîmal Mihemed a ji Filistînê behsa girîngtirîn pîvan û rêgezên hevbendiyê kir û got: "Hevgirtin, rêgeza herî bingehîn e. Ji ber ku li gel şer û nakokiyên domdar ên li cîhanê jin rastî gelek xeteriyan tên. Di vê hevbendiyê de, em hewl didin stratejiyek û nêrîneke taybet ji bo parastina mafên jinan û kedkaran ava bikin û li rex wan bisekinin."

Iktîmal wiha domand: "Divê em bibin yek, edalet û jinan biparêzin bi taybet piştî ku korona belav bû û şer l iherêmê rû dan, herî zêde jin zirar dît. Barê herî zêde ew radike. Ji ber wê doza me ya jinan yek e. Divê bi rêya hevbendiyê em xwe bigihînin jinan û bi yekitiya xwe fişarê li hikumetan bikin, jinan ji çewisandinê biparêzin."

NASKIRINA ÇARENÛSA GIRTIYAN DI GIRTÎGEHÊN TIRKIYÊ DE ARMANCA ME YA SEREKE YE

Beşdarên komxebatê, rêbazên xurtkirina têkiliyan û koordîneyê di navbera hevbendiyê û komeleyên jinan ên din, pêşxistina vê koordîneyê û nasandina hevbendiyê, nîqaş kirin û diyar kirin ku ew armanc dikin ku tovikeke rasatîn a têkoşêna jinan ava bikin û Hevbendiya Neda veguherînin tevgereke civakî ji ber ku doza jinan bi doza civakê ve girêdayî ye.

Di komxebatê de Dîlan Taşdemîr behsa çarenûsa jinên girtî yên di girtîgehên Tirkiyê de kir û got: "Naskirina çarenûsa girtiyan li Bakurê Sûriyê mijara me ya sereke û bingehîn e. Ji ber ku hejmara girtiyên jin zêde dibin. Em ê tê bikoşin heta ku rê li pêşiya çewisandina AKP`ê ya li dijî jinan bigirin."

Her wiha îşaret pê kir ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jinên ku tev li kongreya yekemîn bûn bi gelemperî hatin girtin.

Di dawiya komxebatê de, beşdaran ragihand ku dê serokatiyek, komîte û desteyên hundirîn ava bikin, plansaziyên stratejîk têkildarî rêbazên pêkanîna armancên hevbendiyê di pratîkê de deynin.

 (şx)

ANHA