Li Kobanê zarokan Newroz pîroz kir

Bi dirûşma "Bi hêza lehengan zarokên me dê azad bijîn" zarokên kantona Kobanê îro li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê şahiyek li dar xist.

Li Kobanê zarokan Newroz pîroz kir
Li Kobanê zarokan Newroz pîroz kir
Li Kobanê zarokan Newroz pîroz kir
Li Kobanê zarokan Newroz pîroz kir
15 adar, 2022   13:57
KOBANÊ

Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunerê ya herêma Firatê bi hevkariya Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Firatê şahiyek li dar xist. Bi dehan zarokên kantona Kobanê û malbatên wan tev lê bûn.

Di şahiyê de hevseroka Tevgera Kevana Zêrîn Gulçîn Hiso axivî û Newroz li zarok, rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd pîroz kir û got: "Em baş dizanin ku zarok mafê xwe bi giştî bi dest naxin. Li ser vê esasê, me xwest zarok di meha Adarê de behreyên xwe derxin û Newrozê pîroz bikin."

Piştre koma muzîkê ya Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê, koma govendê ya şehîd Delîla, koma stranan a Tevgera Kevana Zêrîn, koma Şanoyê ya Şehîd Şêxmûs a Navenda Baqî Xido, koma stranan a şehîd Rojhan berhemên xwe pêşkêş kirin.

Şahiyên pîrozkirina Newrozê dê li seranserê kantona Kobanê heta 21`ê Adarê li dar bikevin.

(şx)

ANHA