Çeteyan li Efrîna dagirkirî welatiyek revand

Çeteyên Sultan Murad yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker welatiyek li Efrînê li pêşiya dikana wî revand.

Çeteyan li Efrîna dagirkirî welatiyek revand
15 adar, 2022   12:57
ŞEHBA

Çavkaniyên ji hundirê Efrînê ya dagirkirî ragihand ku çeteyên Sultan Murad ên girêdayî dewleta Tirka a dagirker welatiyê bi navê Ebdurehman Ehmed (33) ku bi navê Ebdo Helaq tê naskirin li pêşiya dikana wî ya berberiyê (porbir) revand.

Ebdurehman Ehmed ku ji şêniyên gundê Bablîtê yê girêdayî navenda Efrînê ye, zewicî ye û 2 zarokên wî hene û li dikana xwe ya berberiyê ya li ser rêya Efrîn – Raco kar dikir.

Li gorî çavkanî, çeteyan Ebdurehman Ehmed ber bi cihekî nediyar ve birine û heta niha tu agahî derbarê wî de tune ne.

ANHA