PYD: Heta dewleta Tirk a dagirker dernekeve aloziya Sûriyê çareser nabe

Meclisa Giştî ya PYD`ê daxuyand ku aloziya Sûriyê bêyî naskirina mafên Kurdan û kêmneteweyên din ên li Sûriyê, derketina dewleta Tirk a dagirker û naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê çareser nabe.

PYD: Heta dewleta Tirk a dagirker dernekeve aloziya Sûriyê çareser nabe
15 adar, 2022   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya salvegera 11`an a destpêkirina aloziya Sûriyê daxuyaniyek da.

Meclisê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ruxmî derbasbûna 11 salan lê aloziya li welat berdewam e, ev alozî veguherî şerekî hundirîn a xwîndar di navbera rejîmê û opozîsyonê de û aloziyeke navneteweyî ku hêzên cîhanî mudaxele lê kir. Di encamê de nîvê gelê Sûriyê li hundir û derve koçber bû, binesaziya welêt wêran bû û ji ber cezayên navneteweyî aboriya Sûriyê hilweşî û tenê gel berdêla vê yekê da.

Meclisê di daxuyaniyê de got: "Şoreşa Sûriyê bi hêviya guhertinê û pêkanîna demokratî, pirrengî û azadiya ravekirinê dest pê kir. Lê bi lez ji rêya xwe ya rast derket û veguherî wesîleyekê ji bo pêkanîna berjewendiyên pergalên şofanîst ên desthilatdar û radîkal ku projeyên demokratîk red dikin. Ji ber wê êrişî herêmên ewle kirin nexasim dewleta Tirk a dagirker. Hikumeta Şamê jî bi rêya ferzkirina hegemoya leşkerî hewl dide aloziya li welêt bi dawî bike piştî ku gelek herêm bi rêya lihevkirinan kontrol kirin."

Meclisê daxuyand ku gelên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî ku komên terorîst êrişî herêmê kirin, xwe parastin û partiya xeta sêyemîn dûrî desthilat û ajandeyên derve hilbijart.

Meclisê diyar kir ku ew banga demokrasî û guhertinê li Sûriyê bi rêbazên aştiyane dikin.

Meclisê di dawiyê de got: "Em armanc dikin aloziya li welêt bi rêya diyaloga hundirîn bi dawî bibe. Bi taybet piştî ku civînên li derve yên ku qaşo ji bo çareserkirina aloziyê li dar ketin û bi bin ketin. Derketina dewleta Tirk a dagirker ji Sûriyê ji girîngtirîn çareseriyên aloziya Sûriyê ye ku dê aloziyê bi dawî bike. Heke Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nebe beşek ji destûra Sûriyê, mafên gelê kurd û kêmneteweyên din tê de neyên nivîsandin û pergaleke demokratîk a nenavendî ava nebe, çareserî li Sûriyê pêk nayê."

(şx)

ANHA