​​​​​​​Parêzeran ji bo dîtina rêber Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê da

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku muwekîlê xwe bibînin, serî li dozgeriyê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

​​​​​​​Parêzeran ji bo dîtina rêber Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê da
15 adar, 2022   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan; Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999'an ve li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdkirî ye. Herî dawî 25'ê Adara 2021'ê bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivîbû, lê ew axaftin jî nîvco hatibû hiştin.