SOHR: Li Sûriyê zêdetirî 610 hezar kes hatine kuştin

SOHR`ê ragihand ku ji sala 2011`an ve 610 hezar kes Ii Sûriyê hatine kuştin û zêdetirî 2 milyon kes birîndar bûne. Her wiha derdora 13 milyon kes li hundir û derveyî welêt koçber bûne.

SOHR: Li Sûriyê zêdetirî 610 hezar kes hatine kuştin
15 adar, 2022   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku navenda wê li Brîtanyayê ye, ragihand ku ji destpêka aloziya Sûriyê anku 15`ê Adara 2011`an ve 610 hezar kes hatine kuştin.

Li gorî rapora SOHR’ê 160 hezar û 681 winda ne, 139 hezar û 457 sivîl di topbaran û bombarana hêzên hikumeta Şamê de û di girtîgehan de di bin îşkenceyê de tevî bombebarana balafirên Rûsyayê hatine kuştin. Her wiha 8 hezar û 649 sivîl bi destê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Watanî, Cebhet El-Nusra û DAIŞ hatine kuştin. 

SOHR`ê da zanîn ku 338 hezar û 976 kesên ne sivîl jî hatine kuştin;

91 hezar û 267 endamên hêzên hikumeta Şamê.

67 hezar û 242 endamên komên alîgirên hikumeta Şamê û Îranê.

Hezar û 712 endamên Hizbullahê Lubnanê.

8 hezar û 628 endamên komên alîgirên Îran û Rûsyayê yên biyanî.

107 hezar û 988 çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker.

41 hezar û 101 çeteyên DAIŞ`ê.

266 çeteyên ne ji Sûriyê yên alîgirên Rûsyayê.

238 leşkerên artêşa Tirk a dagirker.

2 hezar û 832 kesên nasnameyên wan nediyar.

SOHR`ê diyar kir ku nekariye windahiyên hêzên Koalîsyona Navneteweyî belge bike.

SOHR`ê destnîşan kir ku ji bilî vê daneyan, zêdetirî 55 hezar welatî di bin îşkenceyê de di girtîgehên hikumeta Şamê de hatine kuştin.

Li derveyî van daneyan, çarenûsa zêdetirî 3 hezar û 200 sivîl û leşkerên di girtîgehên çeteyên DAIŞ`ê de ne diyar e. Her wiha çarenûsa zêdetirî 4 hezar û 100 dîlgirtiyên hikumeta Şamê û çekdarên alîgirên wê nayê zanîn. Zêdetirî hezar û 800 kesên revandî li cem çeteyên dewleta Tirk û DAIŞ`ê hene.

Li gorî SOHR`ê ji ber operasyonên leşkerî yên domdar, topbaran û teqînan, zêdetirî 2.1 milyon welatî birîndar bûne û gelek ji wan astengdar bûne. Derdora 13 milyon welatî li derve û hundirê Sûriyê koçber bûne. Her wiha binesazî, nexweşxane, dibistan û milkên taybet û giştî wêran bûne.

(şx)