Li Derayê hêzên hikumeta Şamê û çekdarên xwecihî bi hev ketin

Li Derayê şerên dijwar di navbera hêzên hikumeta Şamê û çekdarên xwecihî de rû dan.

Li Derayê hêzên hikumeta Şamê û çekdarên xwecihî bi hev ketin
15 adar, 2022   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê vê sibê derbasî bajarê Casim ê bakurê Derayê bûn û gelek avahiyên gund dorpêç kirin da ku çekdarên xwecihî ku "lihevkirin" red kirine, bigirin.

Li ser wê yekê şerên dijwar di navbera wan de rû dan, dibistan hatin girtin, tevgera çûn û hatinê li bajêr bi temamî rawestiya. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) ihtîmal heye ku windahî hebin.

Duh sewqiyatên leşkerî yên hikumeta Şamê gihaştin Derayê û li Gimruka Kevin, Depoyan, Stada Beledî û herêmên din ên Dera El-Beled û Stasyonê bi cih bûn.

Li gorî SOHR`ê hemwextî bangawaziyên çalakvanan ku di salvegera aloziyê de dakevin qadan, hikumeta Şamê ev sewqiyat anîn bajêr.

(şx)