Rojnameyên erebî: Erdogan ji bo xurtkirina hevalbendên xwe dê kotaya hilbijartinan kê bike

Rojnameyên erebî vê sibê der barê aloziya Sûriyê, kar û barên Tirkiyê û hilbijartinên Lubnanê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Erdogan ji bo xurtkirina hevalbendên xwe dê kotaya hilbijartinan kê bike
15 adar, 2022   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

`ŞERÊ LI UKRAYNA GIRÎNGIYA SALVEGERA 11`AN A XWEPÊŞANDANAN LI SÛRIYÊ KÊM KIR`

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî salvegera 11`an a aloziya Sûriyê wiha nivisî: "Şerê Rûsya li Ukraynayê girîngiya salvegera 11`an a destpêkirina xwepêşandanan li Sûriyê kêm kir.

Berpirsên rojavayî gotin dorpêçkirina bajaran, topbarankirina nexweşxaneyan li Ukraynayê heman sînaryoya serê li Sûriyê ye. Bi taybet piştî ku rejîma El-Esed piştgiriya şerê Rûsya ya li dijî Ukraynayê kir.

Di vê hefteyê de Komîteya Lêpirsînê ya Serbixwe ya Navneteweyî ya têkildarî Sûriyê, dê rapora xwe ya dawî ji Meclisa Mafên MIrovan a NY`yê re pêşkêş bike. Dewletên rojavayî teqez dikin ku dive ji bo sûcên ku li Sûriyê hatine kirin, hesab were xwestin.

Nûnerê NY`yê Geir Pedersen bi boneya salvegera 11`an a alzoiya Sûriyê got: Sûrî hîna azaran dikişînin û ew azar kûrtir dibin. Rêya yekane ya bidawîkirina aloziyê, dîtina çareseriyeke siyasî ye ku gelê Sûriyê xwe çaresnûsa xwe diyar bike.

Tê payîn ku hefteya bê Pedersen li Cinevê civînan ji komîteya destûrê li dar bixe."

`ERDOGAN BI KÊMKIRINA NAMZETAN HEVALBENDÊN XWE XURTIR DIKE`

Der barê rewşa Tirkiyê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: "AKP`ê û hevalbenda wê MHP`ê duşemê pêşniyarek ji bo kêmkirina kotaya hilbijartinan ji sedî 10 heta ji sedî 7 ji serokatiya parlamentoyê re pêşkêş kir.

Erdogan bi vê yekê hewl dide hevalbendên xwe di hilbijartinên sala bê de xurtir bike.

Li gorî qanûna partiyan a li Tirkiyê, divê her patiyeke siyasî li zêdetirî nîvê 81 wîlayetan hebe. Kongreya xwe ya asayî beriya hilbijartinan bi 6 mehan bi delegeyên xwe re li dar bixe.

Kotaya hilbijartinan; qanûnek rêjeya qebûlkirî ya dengdayînê diyar dike ji bo ku partî derbasî parlamentoyê bibin."

`LI LUBNANÊ ÇEND SAET MANE KU DERIYÊN NAMZETIYÊ WERIN GIRTIN `

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: "Îro bi şev dê deriyê namzteyên dê were girtin, pê re dê diyarkirina lîsteya hevalbendiyan dest pê bike.

Li gorî çavkaniyên pêbawer, diyar kirin ku hewldanên derengxistina hilbijartinan dê rewastin, nexasim ku Eniya hêzên El-Ehid û şepela wê hewl didin rewşa siyasî aloztir bikin da ku hilbijartin li dar nekevin. "

(şx)