​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-03-2022

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-03-2022
14 adar, 2022   00:00

-Li Hesekê û Qamişlo bi boneya Cejna Newrozê şahî tên lidarxistin, saet 17:00'an. (BI  WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê merasîmê bîranîna 64 şehîdan li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran li dar dixe, saet 10:00'an. (BI  WÊNE Û DÎMEN).

-Ji bo şehîdê TEV-DEM'ê Ehmed Gabarî, li navenda Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer a li Dêrikê sersaxî tê xwestin. (BI  WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedar û rewşenbîran diyar kir ku xweparastin û tevgera li gorî şerê gel ê şoreşgerî misogeriya serkeftinê li hember planên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. (BI  WÊNE Û DÎMEN).

- Bi êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgha Sînaa ya Hesekê re, şervanê QSD'ê Umran Xilêf erka parastinê di ser betlaneya li gel heval û malbata xwe re digire û bi israr beşdarî berxwedana Pêngava Gurzê Gelan de dibe, herî dawî di oxira parastina gelê xwe de dighêje asta şehadetê. (BI  WÊNE Û DÎMEN).

- Barana ku vê dawiyê bariya hêvî da cotkaran. Pisporekî çandiniyê destnîşan kir ku rêjeya baranê negihişt asta tê xwestin, lê mewsim di rewşeke baş de ye. (BI  WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Hilat Mihemed bi hêza ku ji fikir û felsefeya rêber Ocalan wergirtiye, li hember zihniyeta paşverû ya nijadperestî û xistina jinan di çarçoveyeke teng de tê dikoşe. (BI  WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Îsraîl hewl dide navbeynkariyê di navbera Rûsya û Ukraynayê de bike da ku armancên xwe yên siyasî û ewlehî pêk bîne. Helwesta Israîlê li ser krîza berdewam çawa dikare were fêmkirin? (BI  WÊNE).

- Metirsiyên di nava qada Lîbyayê de ji bo vegera li çargoşeya yekemîn têkildarî dayîna baweriyê ji hikumeta nû re û girêdana hikumeta kevn bi desthilatê ve zêde bûn. Lê pisporên têkildarî karûbarên Lîbyayê texmîn dikin ku diyalogeke yekser di navbera El-Debîbe û Başaxa de li ser radestkirina desthilatê bi rêyên aştiyane li dar keve. (BI  WÊNE).

ANHA