Umran Xilêf bi îsrar bû ku tev li Erka Xweparastinê bibe  

Bi êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgha Sînaa ya Hesekê re, şervanê QSD'ê Umran Xilêf erka parastinê di ser betlaneya li gel heval û malbata xwe re digire û bi israr beşdarî berxwedana Pêngava Gurzê Gelan de dibe, herî dawî di oxira parastina gelê xwe de digihêje asta şehadetê.

Umran Xilêf bi îsrar bû ku tev li Erka Xweparastinê bibe  
14 adar, 2022   06:50
HESEKÊ- OLVA HAC MANSÛR

Bi destpêkirina Şoreşa 19'ê Tîrmehê re, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevgirtina civakê xurttir bû. Em dibînin ku pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb, Suryan, Asur û Ermen hwd di xendeqekî de parastina herêmê û destkeftiyên wê dikin. Di şoreşê de pêkhateyan efsaneyên qehremantiyê nivîsandin û serkeftin pêk anîn, ji cîhanê re wêrekî û girêdana xwe ya bi xaka xwe ve nîşan da.

Umran Xilêf yek ji şervanên QSD'ê yên ji pêkhateyên Ereb e ku di oxira parastina herêmê û gelên wê ji êrişên çeteyên DAIŞ'ê de canê xwe feda kir.

ŞEHÎD UMRAN XILÊF KÎ YE ?

Umran Xilêf li gundê Berkevira Herb ê 8 km dikeve rojavayê navçeya Dirbêsiyê ji dayik bûye, ji eşîra Herb e ku navê gund lê hatiye kirin. Umran Xilêf ji bo parastina axa xwe tev li refên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dibe û 20’ê Çileya 2022'yan di êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê de berxwedaneke dîrokî nîşan dide û tev li karwanên cangoriyên azadiyê dibe.

Umran Xilêf di malbateke ku ji dê û bav, kur û keçek pêk tê de mezin dibe, ew kurê herî mezin ê malbatê ye. Bi dotmama xwe re dizewice û du keçên wî hene, Menar 2 salî û Rewan yek salî.

Umran Xilêf heta qonaxa navîn dixwîne û ji bo alîkariya malbata xwe bike dev ji xwendinê ber dide. Li gund di nava malbata xwe de bi exlaqê xwe yê baş û bi hezkirina xwe ya ji bo hemû şêniyên gund re tê naskirin

Umran Xilêf ji bo parastina herêmê ji gefên li ser wê di sala 2021'an de biryara tevlîbûna nava refên QSD'ê dide, piştî perwerdeya leşkerî dibîne erka parastina girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran digire.

Bavê şehîd, Silêman Xilêf ji ajansa me re diyar kir ku Umran Xilêf bi wî re di xebatên avahîsazî û mekanîkê de dixebitî, lê ji bo parastina herêmê tev li QSD'ê bû.

ꞌPARASTINA GIRTÎGEHÊ DI SER REHETIYA XWE RE GIRTꞌ

Bavê şehîd diyar kir ku dema çeteyên DAIŞ`ê êrişî girtîgeha Sînaa kir, kurê wî li mal bû û çawa ev agahî bihîst, xwe tevger kir da ku bigihêje hevalên xwe û parastinê bike.

Silêman Xilêf wiha axaftina xwe dewam kir: "Min û dêya wî jê re got, li malê bimîne heta ku rewş aram bibe, lê qebûl nekir û got ez ê biçim hemû malên min li wir in. Piştî gihaşt Hesekê me bihîst ku teqîneke mezin li girtîgehê qewimî wê demê me çiqasî hewl da xwe bigihînin wî, lê telefona wî girtîbû. Dûvre me nas kir ku bi guleyên sîuqasta çeteyan şehîd bûye."

Silêman Xilêf anî ziman ku tevahiya şêniyên gund bi şehadeta Umran êşiyan, ji ber ku rûliken û xwedî dilekî pak bû, di heman demê de alîkariya hemû şêniyên dikir. Bavê şehîd Umran Xilêf destnîşan kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e ji ber ku herêm û cîhan careke din ji xeteriya çeteyan rizgar kir.

BANGA AVAKIRINA DADGEHEKE NAVNETEWEYÎ

Apê şehîd Umran, Salih Xilêf der barê têkiliya xwe ya bi şehîd Umran re got: "Em wekî bira bûn, Umran ji karê xwe hez dikir û li malê alîkariya bavê xwe dikir, ji lewma her kesî jê hez dikir."

Apê şehîd bal kişand ser êrişên li dijî girtîgeha Sînaayê û wiha dewam kir: "Ger civata navneteweyî bê deng bimîne û li hemberî êrişên çeteyên DAIŞ`ê bi erka xwe ranebe, êriş dê careke din were dubarekirin."

Salih Xilêf bang li civata navneteweyî kir ku dadgeheke navneteweyî ava bike û çeteyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê darizîne, da ku herêmê ji xeteriya wan xelas bike.

(dx-eh)

ANHA