MSD'ê panelek li ser Serhildana 12’ê Adarê û rola wê di şoreşa Sûriyê de li dar xist

MSD’ê bi sernavê "Serhildana 12’ê Adarê û rola wê di şoreşa Sûriyê de" panelek li Reqayê li dar xist.

MSD'ê panelek li ser Serhildana 12’ê Adarê û rola wê di şoreşa Sûriyê de li dar xist
MSD'ê panelek li ser Serhildana 12’ê Adarê û rola wê di şoreşa Sûriyê de li dar xist
MSD'ê panelek li ser Serhildana 12’ê Adarê û rola wê di şoreşa Sûriyê de li dar xist
MSD'ê panelek li ser Serhildana 12’ê Adarê û rola wê di şoreşa Sûriyê de li dar xist
MSD'ê panelek li ser Serhildana 12’ê Adarê û rola wê di şoreşa Sûriyê de li dar xist
MSD'ê panelek li ser Serhildana 12’ê Adarê û rola wê di şoreşa Sûriyê de li dar xist
13 adar, 2022   16:12
REQA

Panel bi amadebûna şêniyên Reqa, endamên partiyên siyasî, gelek rewşenbîr, şêx û rûspiyên eşîrên Reqa û endamê Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim li navenda çandê ya bajarê Reqayê hate lidarxistin.

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre li ser navê PYD’ê, endamê Desteya Serokatiya PYD’ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Salih Muslim behsa dîroka Partiya Baas û siyasetên wê yên li hemberî gelan kir û got: "Di encama wan siyaset û desthilatiya Baasê de Serhildana 12’ê Adarê pêk hat."

Muslim wiha domand: "Desthilatan tevahî goşeyên civakê kontrol dikir, hemû tevger û kombûnên şoreşgerî yên li Sûriyê bi giştî ji dema salên 1960’î ve asteng dikirin."

Muslim îşaret pê kir ku Serhildana 12’ê Adarê bû çirûska şoreşa gel ê Sûriyê ku hewcedarî azadî û demokrasiyê bûn.

Her wiha Salih Muslim wiha anî ziman: "Maça ku li Qamişlo li dar ketiye bû bingeha vê serhildanê. Îstîxbarata rejîma Sûriyê ev maç vegerandin fitneyekê li dijî pêkhateyên herêmê û armanca wan ji vê yekê gelê Kurd lawaz bikin. Ew yek jî piştî Iraq di şerê li dijî Amerîka de zirar kir. Gelê Kurd bi saya wê serhildanê xwe li herêmê bi rêxistin kir û hebûneke xwe ya taybet ava kir."

Muslim destnîşan kir ku piştî wê gelê Kurd xwe bi rêxistin kir, hebûna xwe ya neteweyî ava kir û parastina mafên xwe kir. Lê heta lidarxistina şoreşên bihara ereban şerê gel dihat kirin û wiha axivî: "Em li Sûriyê li benda vê rojê bûn û me xwe baş bi rêxistin kir û di hemû kolanan de, ne di mizgeftan de xwepêşandan hatin lidarxistin."

Muslim wiha pê de çû: "Ji destpêka şoreşa li Sûriyê ve, bi taybet a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, me xwe dûrî mezhebî û desthilatê bigihanda vê rojê. Divê em şerê desthilat berdewam bikin û biratiya gelan bikin ku rêgezeke bingehîn da ku xwe bigihînin jiyaneke birûmet û azad û tê de tevahî mezheb û olên civkên li Sûriyê û Rojhilata Navîn hene."

Panel bi nîqaşên beşdaran bi dawî bû.

(fr)

ANHA