“Mihemed Şêxo bi `Bilbilê Kurdistanê` hatiye naskirin”

Hunermend Mihemed Şêxo di salvegera 33`an a koça dawî li bajarê Qamişloyê de hat bibîranîn. Di merasîmê bîranînê de axêferan bal kişand ser bandora stranên wî li ser gelê Kurd û hat diyarkirin ku dê hunermend Mihemed Şêxo di wijdanê her welatparêzekê de bimîne û gotin: “Bi bilbilê Kurdistanê hatiye naskirin.”

“Mihemed Şêxo bi `Bilbilê Kurdistanê` hatiye naskirin”
“Mihemed Şêxo bi `Bilbilê Kurdistanê` hatiye naskirin”
“Mihemed Şêxo bi `Bilbilê Kurdistanê` hatiye naskirin”
“Mihemed Şêxo bi `Bilbilê Kurdistanê` hatiye naskirin”
“Mihemed Şêxo bi `Bilbilê Kurdistanê` hatiye naskirin”
“Mihemed Şêxo bi `Bilbilê Kurdistanê` hatiye naskirin”
“Mihemed Şêxo bi `Bilbilê Kurdistanê` hatiye naskirin”
“Mihemed Şêxo bi `Bilbilê Kurdistanê` hatiye naskirin”
“Mihemed Şêxo bi `Bilbilê Kurdistanê` hatiye naskirin”
“Mihemed Şêxo bi `Bilbilê Kurdistanê` hatiye naskirin”
9 adar, 2022   18:14
QAMIŞLO

Her sal di roja salvegera koça dawî ya hunermend Mihemed Şêxo de şênî, rewşenbîr, hunermend û saziyên çandê serdana gora Mihemed Şêxo ya li taxa Hilêliyê dikin. Îro jî di saetên sibehê de mîna salên berê bi rakirina gurzê gulan û gotina stranên hunermend Mihemed Şêxo serdana gora wî hat kirin.

Li aliyekî din, Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Yekitiya Hunermendan a Herêma Cizîrê, ji bo salavegera 33’yan a koça dawîn a Hunermendê Kurd Mihemed Şêxo merasîmeke bîranînê li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Li merasîmê nûnerên ji Rêveberiya Xweser, TEV-DEM, Yekitiya Nivîskaran a Kurd li Sûiryê, Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê, malbata hunermend Mihemed Şêxo û hezkerê hunera kurdî amade bûn.

Di merasîmê de li ser navê Desteya Çand û Yekitiya Hunermendan a Herêma Cizîrê, endamê Desteya Çandê Ebdulmecîd Xelef axivî û diyar kir ku hunermend Mihemed Şêxo careke din di bîranîna xwe de ew civandin û got: “Em bi temenê xwe 10 salî bûn dema me li kolana bang dikir û digot `Bavê Felek Namire`, ji ber ku bi rastî hunermend Mihemed Şêxo cihê rêzgirtinê ye. di sala 1997`an de li Serêkaniyê min li gel mamosteyên pêkhateyên ereb li kasêteke kurdî guhdar kir, tê de stranek Mihemed Şêxo hebû; wî mamosteyî got `ev dengê kê ye, çi qasî bi êş stranê dibêje`, bi vê yekê hat naskirin ku Mihemed Şêxo hiştiye pêkhateyên din bi azarên me hîs bikin.”

`HATIYE NASKIRIN BI BILBILÊ KURDISTANÊ`

Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ayid Ibrahîm jî axivî û da xuyakirin ku hunermend Mihemed Şêxo kula di dilê gelê Kurd de bi rêya hunera xwe de parve dikir û bi `Bilbilê Kurdistanê` hatiye naskirin û wiha dom kir: “Mihemed Şêxo ji nav hunermendên ku bandor li gelê xwe kiriye, ji ber vê yekê hezkirina wî di dilê her kesekî de maye û sax e di wijdanê her welatiyeke/î welatparêz de. Em jî soza berdewama rêya hunermend Mihemed Şêxo didin.”

Her wiha hunermend û birayê Mihemed Şêxo, Beha Şêxo di merasîmê de axivî û da zanîn ku birayê wî di karê xwe de zîrek û jêhatî bû, di temeneke kurt de berhemeke dewlemend afirand û wiha got: “33 sal derbas dibin, lê bîranîna wî her sal mîna sala yekemîn e; ji ber bizanebûn deng û awazên xwe bi hev re dianîn. Mihemed Şêxo bi huner û nêrîna xwe Kurdistanî bû, roj bi roj bi awayekî tê bîranîn.”

Piştre endamê Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo çend stranên Mihemed Şêxo pêşkêş kirin. Merasîm bi gotina stranên Hunermend Mihemed Şêxo ji aliyê Koma Navenda Mihemed Şêxo, hunermend Îmad Xelef, Ziwan Ibrahîm, Amir Remo, Beha Şêxo û Evîn Bêzê ve bi dawî bû.

Hêjayî gotinê ye Hunermend Mihemed Şêxo, hunermendekî Kurd û ji Rojavayê Kurdistanê ye. Di sala 1948`an de ji dayik bûye û di sala 1989`an de li bajarê Qamişlo di encamê nexweşiya dil de jiyana xwe ji dest daye.

(sb)

ANHA