Gelo bi destwerdana Rûsyayê ya li ser Ukraynayê re Îsraîl hesabê çi dike?

Têkildarî destwerdana Rûsyayê ya li ser Ukraynayê, Îsraîl xwedî helwesteke şermok e, li gel ku  meyla wê heye ku piştgiriyê bide helwesta hêzên rojavayî, parastina xeteke ewle bi Rûsyayê re didomîne. Lê bi demê re dibe ku Îsraîl neçar bimîne ku helwesteke cidî bigire. Gelo Îsraîl ditirse çi ji dest bide?

Gelo bi destwerdana Rûsyayê ya li ser Ukraynayê re Îsraîl hesabê çi dike?
8 adar, 2022   04:56
XEZA-OMER MÛSA

Gelek xal hene ku helwesta Îsraîlê ya têkildarî destwerdana Rûsyayê ya li ser Ukraynayê sînordar dikin. Ji wan têkiliyên bazirganiyê û ewlehiyê, lê xala dawî ya herî girîng e. Di qonaxa heyî de bingeha van têkiliyan, gefa li Sûriyê ku Îsraîl li ser ewlehiya xwe wek gefeke stratejîk dibîne.

Li gorî raporên Îsraîlê bi gurkirina helwesta hêzên rojavayî ya li hember Rûsyayê re, saziya ewlehiyê ya Îsraîlê di nava fikaran de hiştiye, ev jî wê neçar dike ku helwesteke zelal ragihîne ku piştgiriya hevalbenda xwe ya stratejîk DYA`yê bike.

Li gorî raporan tişta ku Îsraîlê bi fikar dike, dibe ku girêdayî aloziya Sûriyê û operasyonên wê yên di çarçoveya "parastina ewlehiya sînorê xwe de" be.

Lêkolîneke Peymangeha Lêkolînan a Ewlekariya Neteweyî ya Zanîngeha Tel Avîvê, destnîşan kir ku di rageşiya heyî de divê piştgiriya helwesta DYA’yê were kirin, ji ber ku têkiliyên taybet di navbera her du dewletan de hene. Di heman demê de divê Amerîka parastina ewlehiya Îsraîlê bike. Her wiha lêkolînê diyar kir ku heta peymaneke nukleerî ya nû bi Îranê re were îmzekirin, divê Îsraîl li hember rêveberiya Amerîkayê nesekine.

Bi mijarê ve girêdayî, peymangehê îşaret pê kir ku di vê qonaxê de divê parastina dan û standina bi Moskovê re were kirin, da ku tevgerên leşkerî yên li Sûriyê neyên bikaranîn ku ew ê planên Îsraîlê yên ewlehiyê asteng bikin. Li aliyekî din jî divê baş li ser vebijêrkên avakirina hevbendiyên bi dewletên Ereban û yên din re bifikire, da ku parastina encamên muhtemel bike.

FIKARA ÎSRAÎLÊ

Pisporê kar û barên Îsraîlê Ebû Etaya axivî û got: "Ji ber krîza Ukrayna-Rûsyayê Îsraîl bi fikar e, ji ber ku li gorî wê ew ê bandorê li dosyayên jê re girîng in bike, ji wan Îran û tevgerên wê yên di mijara nukleerî de, qada Sûriyê û gefên wê yên li ewlehiya Îsraîlê."

Ebû Etaya anî ziman ku ger Îsraîl der barê tevgerên leşkerî yên li Ukraynayê de helwesteke cidî bigire, dê bandorên cuda lê were kirin, bi taybet mijara tevgera li Sûriyê, ji ber ku cewhera têkiliyên Rûsya-Îsraîlê di serî de ewlehî ye.

Her wiha metirsî heye ku Îsraîl di doz û meseleyê de bibe aliyekî windaker ku di navbera du vebijêrkên girîng de maye; yan piştgiriya helwesta hêzên rojavayî ya li hember Rûsyayê bike, yan jî têkiliyên bi Moskovê re biparêze. Îsraîl tam ji vê xalê ditirse ku dibe gefên ewlehiyê yên li dijî Îsraîlê zêde bibin heke Rûsya tevgerên Îsraîlê yên li Sûriyê asteng bike.

Li aliyekî din jî Îsraîl têkiliyên bazirganiyê yên di navbera Îsraîl û Çînê de zêde dibin. Çîn piştgiriya Rûsyayê dike ku cezayên hêzên rojavayî yên li ser Rûsyayê bi bin bikevin. Heke ev helwest xurt bû, dê hevbendiyek li hember rojava û Amerîkayê bê avakirin û dê cudahiya di navbera Rûsya, Çînê û eniya Amerîka û rojavayî de kûrtir bibe. Ji ber wê Îsraîl bi fikar e ku çi helwestê nîşan bide.

Lewma tevgerên Amerîka-rojava, Îsraîlê neçar dikin ku li hember rewşa heyî helwesteke cidî nîşan bide. Dê ev yek bi awayekî neyînî bandorê li Îsraîlê bike û dê di gelek waran de winda bike. Ji têkiliyên aborî bigire heta bigihêje yên ewlehiyê, nemaze dosyaya nukleerî, qada Sûriyê û sekna li hember gefên ji Sûriyê tên. Yanî di dawiyê de dê herêm bibe herêmeke neewle ji bo Îsraîlê.

(eh)

ANHA