​​​​​​​Şervan Derwîş: Dewleta Tirk a dagirker provakasyonên xwe didomîne

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker provakasyon û hewldanên xwe yên derxistina aloziyan dewam dike û got: "Piştî 11 salan ji şer, em di pêvajoyekê de ne ku pêwîstiya her kesî bi çareseriyên aştiyane hene."

​​​​​​​Şervan Derwîş: Dewleta Tirk a dagirker provakasyonên xwe didomîne
7 adar, 2022   02:57
MINBIC- EHMED QERACE

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî provakasyonên dewleta Tirk ên li eniyên Minbicê û êrişên wê yên rojane ji ANHA'yê re axivî.

Dewleta Tirk a dagirker hema bêje rojane êrişî gundewarên Minbicê dike. Herî dawî beriya du rojan gundê Ereb Hesen ê dikeve bakurê rojavayê bajarê Minbicê ku welatî lê hene da ber topan.

Şervan Derwîş diyar kir ku dewleta Tirk  provakasyon û hewldanên xwe yên afirandina aloziyê de berdewam dike.

Derwîş got: "Dewleta Tirk a dagirker di vê siyasetê de dewam dike, heger bi rêya çeteyên xwe be yan jî bi rêya baregehên xwe yên li xetên şer be. Bi domdarî eniyên bakur dike hedef. Rojane gundên Catê û Ewn Dadat û Ereb Hesen topbaran dike."

Derwîş îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker di demên dawî de di êrişên xwe yên li dijî gundên tije sivîl de balafirên bê mirov bi kar tîne ku di encamê de birîndar çêbûn.

Her wiha got: "Sivîlên li gundên xwe yên bi ewle rojane tên topbarankirin. Em dibînin ku dewleta Tirk bi awayekî plankirî di van provakasyonan de dewam e."

Têkildarî helwesta meclisê ya li hemberî van êrişan Şervan Derwîş wiha got: "Em mafê parastina rewa bi kar tînin. Li hemberî van êriş û timayên dijmin ên dagirkirina van herêman em ê mertalên xurt in. Di salên derbasbûyî de em gihiştin pêvajoyeke pêşket di warê avakirina pergala parastinê de ku dê planên dijmin vala derxîne. Divê şênî hişyar bin."

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş di dawiya axaftina xwe de bang li civata navneteweyî û hêzên garantor kir ku li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker bixebitin û got: "Piştî 10 salan ji şer pêwîstiya Sûriyê bi iyên aştiye heye. Em di qonaxekê de ne ku pêwîstiya her kesî bi çareseriyên aştiyane hene."

ANHA